SÊRT
Şaredariya Sêrtê di çarçoveya projeya, “Xizmeta pirzimanî” de li deriyên şaredariyê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî bi 3 zimanan tabela daliqand.
Li Sêrtê piranî kurd û ereb dijîn; bi zimanê van herduyan, û ji ber li Tirkiyeyê û bakur zimanê fermî tirkî ye,Şaredariya Sêrtê tabelayên xwe bi sê zimanan amade kir û daliqand. Şaridariyên din ên di destê BDP'ê de ne jî tabelayên pirzimanî daliqandibûn.