Diyarname
Li dinyayê kompaniyê ku qîmeta hîsseyên wê bi tîlyon dolaran be hene lê heta niha tu kompaniya ku qîmeta wê gihîştibe 3 trîlyon dolarî tune bû. Û niha kompaniya Apple gihîşt vê astê.
Di roja yekem a salê de buhaya hîseyên Apple derketin 182,88 dolarî. Bi vê jî qîmeta kompanî gihîşt 3 trîlyon dolarî.
Piştî Apple kompaniya Microsoft bi 2.5 trîlyon dolarî tê. Di rêza sêyemîn de jî bi 1.9 trîlyon dolarî saziya bingehîn a Google Alphabet tê.
Apple di 2'yê gelawêja 2018'an de gihîştibû trîlyon dolarî û di 19'ê gelawêja 2020'î de jî gihîştibû 2 trîlyon dolarî.