Diyarname
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo rojnameya ereb El Heyat ku li Lubnanê weşanê dike axivî û agahiyên girîng pêşkêş kirin.
Muslim wisa got:
- Têkiliya Tirkiye û Rusyayê dê nikaribe bandorê li me bike, emê dest ji Federasyona Rojava bernedin. Emê Efrîn û Kobanî bigihînin hev.
- Baweriya me bi koalîsyona navneteweyî û Washingtonê heye.
- Em zagoneke bingehîn ku ji 85 xalan pêktê amade dikin ku ji bo kurdan alek nû jî di nav de dê bê qebûlkirin. Ev yek dê têkiliya me ya bi dinyaya derve re, têkiliya dîplomatîk xert bike.
Rojnameyê jî şiroveyek wisa kiriye, "Piştgiriya herî mezin a ji bo kurdan ji DYA'yê tê. Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Navneteweyî yhe Serok Barack Obama Bret McGurk alîgirê xurt ê YPG'ê ye ku ew xwedî 50 hezar leşkerî ye.


