Diyarname
Dawiya hefteyê li Entabê maça Gaziantep Spor û Beşîktaş Sporê hebû. Beşîktaş bi ser biketa dibû şampiyon. Temaşevan û hezkiriyên Beşîktaşê ji bo li maçê temaşe bikin û li wê derê beşdarî mesarima şampiyoniyê bibin berê xwe dan Entabê. Li gor gotina Serokê Odeya Ticaretê ya Entabê Beyhan Hidiroglu 30 hezar temaşevanên Beşîktaşê ku du roj li Entabê derbas kir bi giştî 18 mîlyon TL xecr kirine û kedek mezin dane Entabê.
Du rojên di Entabê de otel sedî sed tije bûn, beqlewafiroş ji ber eleqeyê dema xebata xwe dirêj kirin. Temaşevan li cihên dîrokî jî geriyan.
Wekî agahî, Beşîktaş li Entabê 4-0 bi ser ket û berî lîg bi dawî bibe bi hefteyek şampiyoniya xwe ragihand.
**
Nûçeya eleqedar:
- Beşîktaş êdî xwedî 3 stêrkan e


