Bawer Rûken
Ev nivîsa ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn li ser eslê meseleya îdayên ( Bêguman cihê niqaşê ye tiştên ku tên gotin îda ne an tiştên derveyî îdayan e.) Cîhan Roj e ku dibêje Yildiz Çakar romana xwe li ser hîmên romana min ava kiriye.
Beşa duyemîn jî li ser berawerdîkirina her du romanan e. Her du metn hatine rûbirûkirin.
Di vê nivîsê de bi tu hawî şexs mixatab nehatine girtin. Metna ku xweş e sertaca min e; metna ku ne xweş e îşê min pê tune ye. Û piştî ku ez berhemeke nû diqedînim ger çirûskên nûbûnê tê de hebin ez dixwazim vê bi xwendevanan re parve bikim. Carina li ser dinivîsim. Romana Yildiz Çakarê jî di ruhê min de çirûskên nû vêxistin. Lewma min rabû li ser nivîsand. Ji bo nivîsa min binêrin (http://azadiyawelat.site/?p=47590) .Lê metna ku piştî xwendinê serê min biêşîne ji bo min ne mewzûbehs e. Heta dema qalê dikim jinûve serê min diêşîne. Çiku nivîs bo min her tişt e. Bi min re dijî; ez jî pê re. Lewma biqandî ku min metnê xwe rexna kirine, avêtine û jinûve nivîsandine kêm kes hene ku wiha kirine.
Welhasilê kelam mixatabê min li vir metnên ku li ber min in.
BEŞA YEKEMÎN
Metnên li ber min ev in:
Romana Yildiz Çakar ( Gerîneka Guernicayê, 2016, Lîs ) ku wê ji vir û şûnde wê bi Gerînek were pênasekirin.
Romana Cîhan Roj ( Perde, 2012, Na) û nivîsên wî yên li ser malpera Diyarnameyê http://diyarname.com/article.php?Idx=4239/http://diyarname.com/article.php?Idx=4240
Nivîsên Dilşêr Bêwar:
http://diyarname.com/news.php?Idx=22426/ http://diyarname.com/news.php?Idx=22542
Nivîsa Hkovan Baqî: http://diyarname.com/news.php?Idx=22538
El - Însaf
Roj “îda” dike ku Çakarê hîmên romana xwe li ser romana wî Perdeyê ava kiriye. Lê di nivîsa xwe ya ku vê îda dike de ruhê nivîsa wî tiştekî din dibêje û peyvên wî yên îdakar jî tiştekî din. Roj di nivîsa xwe dibêje Çakar gotiye min Perde nexwendiye. Di nivîsê de Roj diyar dike ku eger Çakarê bigota min Perde’ya wî xwediye wê behsa îdayeke wiha nekira. Dudiliya mezin ji vir dest pê dike. Lê em berdewam bikin “îda”yan.
Nexwe heqê me heye ku em bipirsin gelo madem tu îda dikî û dixwazî vê îdayê jî piştrast bikî tu mecbûrî ku delîlên zêdetir nîşanî me bidî?
Tiştên ku wek îda derdixe pêşberî me çend şibandin, çend mekan û çend têkiliyên mîna hev in. Gelo nivîskar ma ne ji civata Kurdistanê ne ku mijarê wan jî mîna hev bin? Çîroka salên 80î û 90î wek malzeme ma hema hema ne wekhev in bo hemû kurdan? Sirgûnî, koçberî, mekanên Edene, Mêrsîn, Stenbol, Amed, Mêrdîn hwd…Têkiliyên ku dişibin hev çiqasî xwezayî ne? Bi van şibandinan ne îda dibin ne jî tesîrgirtîna ji berhemekê. Ger wisa baya lazim e tu kesî nenivîsanda. Çiku metnên edebî ên herî herî pêşin ji bo me hemû nivîskaran cihê tesîrgirtinê ye. Çi kesê ku vê red bike bi hawîyekî berbiçav wê derewan bike. Lê li ser esasê berhemekê avabûna berhmeke din bi çend şibandinan qet ne cihê baweriyê ye. Ji bo vê îdayê divê delîlên wî yên şênber ku hema hema wekhev in hebin. Û bi hawiyekî berawerdîkirî divê van pêşkêşî raya giştî bike. Bi hawiyekî li ser metnê bide ber hev û eşkere bike.
Yanê Roj di îdayên xwe de çend qalikên romanê referans digire. Lê qet qala ruhê romanê nake. Çiku ew jî çêtir dizane tu têkilî di navbera atmosfer, cîhan, bikaranînan hêmayan, saloxdana mekanên romanê û hin tiştên din tune ye.
Di vir de Roj bi van “îda”yan xuya ye ji xwe re rojevekê çêbike. Da ku di ser romana Çakar re were rojevê. Ku belkî bi xêra vê yekê hinekî behsa romana wî, nivîskariya wî, reklama wî were kirin. Û bi hukmê tehekkûma çend kesên derdorê re nivîskar Çakarê demoralîze bikin. Çiku ruhê nivîsa wî vê yekê dide der. Divê meriv ji bîr neke eger bi hawîyekî neheq li ser “îda”yan meriv rabe ketina wê jî ewqasî giran dibe. Tarîxa edebîyatê bi van mîsalan têr û tijî ye.
Edîtorek û Du Berhem
Edîtorê her du romanan nivîskar Hkovan Baqî “îda”yên Roj ji binê de red dike. Dibêje bi tu hawî romana Perde û Gerînekê ne ji eynî malzarokê ne. Binêrin (http://diyarname.com/news.php?Idx=22538)
Dostaniya Baş an Metna Baş?
Careke din ji me xwendevan û nivîskaran ve eyan bû ku hevaltî û dostanî dikeve pêşiya metnan. Da ku hevaltiya navbera xwe de xera nekin rastiyê hev nadin rûyê hev. Halbûku yê ku xerabiya herî mezin dike yê ku şaşiyên dostên xwe pê re parve nake. Ez li vir qala Dilşêr Bêwar dikim. Di nivîseke xwe de romana Gerînek xweş kiriye, binêr (http://diyarname.com/news.php?Idx=22426 ) di nivîseke din de ( Balkêş e ev nivîsa piştî a Roj weşandiye.) Gerînekê wekî ku ji Perdeyê girtîbe dibêje. Binêr(http://diyarname.com/news.php?Idx=22542). Ya ecêb mîsalên wî wekî ên Roj in û tenê çend şibandinan dike. Qalikê metnê referans digire. Ruhê metnê, saloxdana atmosfera wê, zindîbûna sehneyên wê, tevliheviya zemanê wê û hwd. nabîne an naxwaze qalê bike. Gelo dibe ku xwendina wî ewqasî rê dide wî? Lê her çi be ev nabe piştrastkirina “îda”yan ev dibe dilxweşkirina dostê xwe. Naxwaze xwe him ji dêrê bike him jî ji mizgeftê. Lê qelemên bi cesaret di gotina rastiyê de texsîr nakin. Ya ji dêrê dibin yan jî ji mizgeftê. Hin caran jî ji her duyan jî dibin. Lê wê çaxê dibin nivîskarên azad. Xwediyê qelema xwe. Hingê ûcdan derdikeve holê. Ev ne ûcdana şexsî ye. Ev ûcdana civakê ye.
Cesareta Jineke Bêtirs
Nivîskar Yildiz Çakar bi cesareta xwe beramberî gelek mêrên kurmanc e. Rabû romaneke pir xweş diyarî pirtûkxaneya Kurdistanê kir. Tevî ku romana wê ya yekemîn e têra xwe serkeftiye. Di demeke kin de eleqeyeke mezin dît. Baş hate firotin, xwendevan lê xwedî derket û surkulasyana nivîskariya xwe ji niha de geş kir. Wexta meriv vê tabloyê bide ber ser ne tesadûf e ku rastî reşkirinên wisa were. Balkêş e ên ku wê reşkirinê dimeşinin hemû mêr in. Nivîskar in, gotarnûs in û hinek alîgirên partiyan in. Qaşo di panel û gotûbêjan de qala mafê jinê dikin. Qala nebûna nivîskarên jin ên romannûs dikin. De ka wer in binêrin ku hîn canikê bi berhema yekemîn got merheba mêrên “entellektûel” lê hatin xezebê. Belkî jê ev rastiya civaka me Bakurê Kurdistanê ye. Her tişt di gotinê de heye di pratîkê de feodalên dera hanê ne ruhên ku hevdû xweş dikin.
Ûcdana Mêrî Kurmênc
Eger meriv ji heman civakê be. Gelek tiştên meriv jî nêzî hev in. Dişibin hev. Ev tiştekî xwezayî ye. Hunera nivîsê wekî hunerên din ji tradîsyona berê xwe avê vedixwe. Jê hildiber e û tesîrê lê dike. Ev ji bo hemû nivîskarên cihanî derbas dibe. Dawiya dawîn mîna ku Pascal Casanova dibêje edebiyat cemaateke mezin e.
Ji ber ku malzemeyê romana Perde û Gerînekê nêzî hev in meriv nikare bibêje ku Gerînek li ser esasên Perdeyê ava bûye. Mimkûn e her nivîskar ji kaniya civata xwe hildiber e. Lê her yek bi hawîyekî din ji wê kaniyê avê vedixwe. Ew dibe şêwaz, dibe qebîliyet û dawîya dawîn ew dibe hêza qelema nivîskar. Ên ku qebîliyet û hêza nivîsê pê re tune be bi hawîyên nexweş ên derveyî edebiyatê dixwaze ji xwe re şûnê çêbikin.
Jixwe li jêrê hûn ê bibînin ku her du roman çiqasî ji hev dûr in. Biqandî mesafeya di navbera Xwedê û Şeytên de ji hev dûr in.
BEŞA DUYEMÎN
Perde
Teswîrkirina mekanên di romana Perde de statîk in ji dekora heyî wêdetir naçin. Asoyekî li ber xwendevan venakin bes bo ku behs bike hene. Lewre ne zindî ne.
Kesa nas em pêşwazî kirin. Em ber bi alî başûr ê Alîbeykoy ve meşiyan. Cî kaş bû. Lê ji alî dîmenan ve gelek xweş bû. Çend caran ez li ser piyan rawestiyam û min li derûdor nihêrî. Ji mîmarî û at- mosferê, eşkere dibû ku wir varoş bû; lê kesên niştecihî ji mêj ve li van deveran bi cî bûbûn. Kesa nas jî tiştên nêzî vê fikrê ji me re digot:
- Vir ciyekî baş e, însan bi dolmîşekê dikare heya Aksaray biçe. Kirê erzan e. Kes qarişî însên nabe. Xanî bi dîmen e, êvaran însan naxwaze bikeve hundir.
Em çûn. Xwediya xênî li benda me bû. Me li xênî nihêrî. Daşir, mitbaxek gelekî biçûk û du odeyên biçûk. Xwîna jinikê li min şîrîn bûbû! Wekî adetên gelek kesan wê jî sohbet dirêj kir, wext ji bo wê jî ne muhîm bû! Pêşî pesnê xwediya xênî da:
- Xwediya xênî însaneke delal e, bi tena serê xwe dimîne. Mêrê wê miriye. Zaroyên wê zewicî ne. (Li xwediya xênî nihêrî, bi dengê kêfxweş pesnê min da.) Ev nasa hevala min e. Tu piştrast be.
Xwediya xênî, li min nihêrî. Bi dudilî, bi awayekî lêborînî go:
- Keça min, ez pîrejinek im, min neêşîne, dibe ne?
Awayê gotina wê li xweşiya min çû. Min xwe zevt nekir, min ew ber bi hembêza xwe ve şidand. Xwediya xênî li dû tevgera min, mifte da me, got: “Bila kirê wekî hev be, karê min nema li vir!” Bi nihêrînên dilxweş li me nihêrî, rojbaşî da me, ji wir bi dûr ket.
Min ji cîrana xwe a nû rica kir, da yekê bibîne bo xênî paqij bi- ke. Wê bi hawayekî deng li jinikekê kir. Jinik derket şaneşîna biçûk. Cîrana min jê re got: “Heya berêvarî divê tu xênî paqij bikî û bi boyaxa sipî boyax bikî.” Jinikê hinekî xwe bi naz kir. Got: “Min, heq nabê! Bo xatirê te, çi ji destê min bê ez ê bikim. (r. 76-77)
Atmosfer statîk e. Realîst e. Sehne dest pê dikin, diherikin û diqedin. Hîsa xumamiyeke mîstîk û fikrên ku xwendevan li gor zewqa xwe ya edebî bihûne nahêle. Nivîskar bi midaxaleyan hewl dide her tişt di bin konrtola wî de be. Ev metnê difetisîne.
“Fêkî û çayê li ser masê bûn. Sohbet, di derbarê xizanên bajêr de bû. Ap û amojina min hew şîret û gazin dikirin; a rast, li gorî wan derfet hebûn, lê gelek kesên xwedî îmkan jî nizanibûn wê çilo bi- kin! Ez diheyirîm. Min nedixwest bikevim nav polemîkan. Vêca jî, min eyn wek ewilî, bi hilîn û danîna serê xwe yî nejidil, gotinên wan diçespand. Min li wan nedinihêrî. Mamê min zû dev ji sohbetê berda. Çûm odeya xwe. Neynikek girover li ser masê bû. Min li neynikê nihêrî. Lêv û wec li min ziwa bûbûn. Betanê destê min, dawerivî bû. Çav, li min biçûk bûbûn. Li gund, ez bi kulîlkan, bi xuşîna avê, bi bagerê, dilxweş dibûm, xemgîn dibûm, min xwe nêzî xwedê hîs dikir. Tevî ku bavê min û hevalê xwe ez ji xweda-yan dûr dixistim jî… Li vî bajarî, ruhê min elekronek e ji qilafetê civakê; peyvên wan ji zanîna wan bêtire û zanîna mere jî nema bikêr tê. Min êdî ji têgeha ‘zemên’ nefret dikir! Halbûkî zeman tiştekî nor- mal bû; tiştên diqewimîn, nêziktêdayînên min, sekna min, belkî ne normal bû. Xewên min ne rîtmîk bûn. Hukmê min li tiştekî nedi- bû. Min nedixwest bi hukim bim! Ketim nav nivînan. (r. 39-40)”
Dengbêj klaman dibêje. Klamên cihê cihê. Klamên dengbêj bi romanên re ne girêdayî ne. Ji çanda devkî hatine girtin. Yanê wek kolajekê tê de cih digirin. Bi hawîyekî zindî û organîk pê zêde pê re ne têkildar in.
Navmetna ku bi riya Woolf tîne ziman. Bi eynî hawîyê kolajî tê de cih digire. Eger meriv van kurteparagrafan jê derxîne roman ji xwe tiştekî kêm nake. Lêbelê bi vî hawî jî tiştekî li xwe zêde jî nake. Hewl dayê mudaxaleyê ruhê metnê bike. Lê bê fonksyon maye, ne sehneyan ne zemên ne jî berê metnê diguherîne. Tenê tê de cih digire. Da ku di dawîyê de meraqekê çêke. Ji ber ku bi metna xwe ve nekelijîye ji xwe ji serî de eyan e ku kolajî ye û berê wê, wê foksîyoneke cuda dernexîne holê.
“Beden li min sar bû. Ew tevger, ew sehne dişibiya sehneya teca- wizê; heman dest, heman awa, heman tilî! Ne mumkûn bû, min îhtimal nedida tiştekî wenî. Ev hew kabosek bû!
Maqûl, ji gotinên xweş bêtir, li hember min bi qurban bû, bi minnet bû. Min ew û gotinên wî û halê wî ê bi kêf ji bîr kiribû.
Woolf: Ji mûslixê êdî dilop naniqitin satila nêzî malê, satil weke ku tije bûbe, dû re mûslix, yek, dudu, sê dilopên cûda xistin li pey hev.
Şibakeyan, lekeyên wan ên bi aravî, enîşka bistiyan, bi dû re valahiya bê-tebat a safiya zelaliyê ne bêserûber derxistin meydanê. Sîber, li keviya şibake- yê bi rengê sor hat hilawêstin, li odeyê qemeyên tîrêjan, li maseyan li ser vernîk û cîleyê derzan lêdixistin, bi ser kursiyan de daketin. Kulîlkdanka kesk, bi tevî şibakeya li keviyê wê dirêjbûyî qoziyeke dêwî pêk anî. Tîrêjê tariyê bi pêş xwe xist, koşeyan, bi comerdî bi ser perçifiyan de lê belav bû, lê dîsa jî tarîtiyê bi ser hev de kir.
Gelo îhtimal bû ku ji wan kesan jê yek Maqûl bûya? Ji bo çi ne îhtimal ba; piştî tecawizê halê wî ne normal bû. Wexta min dikan dewrî wî kiribû ew kêfxweş mabû. Min hîs kiribû. Ger ew hezkir- iyekî min bûya ew ê hinekî biqehiriya, fikra tolhildanê xwe li wî bi- da der. Wî her xwestibû ez ji bîr bikim. Li dikanê min fikra xwe a çûyîna Stenbolê ji wî re gotibû, wî, tu yê baş bikî gotibû. Ev çawa hezkirin bû? (r. 139)
Metna Roj sehneyan şanî me nade. Sehneyan vedibêje. Ji ferqa di navbera şanîdan û vegotinê de Wayne C. Booth di kitêba xwe ya “Retorîka Honakê” de vê xweş îzeh dike. Lewma atmosfer nîvço dimîne. Zindîbûn qels dimîne û metn zemînekî berfireh li ber xwendevan venake. Sarbûna metnê û dûrbûna xwendevan ji vir dest pê dike.
Li mixazê, min ji bo xwe û hevala pismamê xwe gomlek kirrîn. Keçika di mixazeyê de dixebitî ji bo begemkirinê gelek bi min re eleqeder bû. Eleqeya wê, piştî wextekê ez aciz kirim; her carekê hêleke bedena min dipesinand. Min nedixwest wê eleqeyê şîrove bikim. Li mexazê geriyam ku ji pismamê xwe û sazbend re cilan bikirim. Keçikê li min dinêrî, dev li lêva xwe kiribû, sankî ne firoş- kar bûya xwe zeft nedikir û wê bigota; “Ji zilaman re xelatan negi- re, ew ne layîq in, ma ne heyfa perê te..!”
Ez di cîhê xwe de sar bûm. Pirsa pismamê min bi bîra min hat, gelo lezbîyenên kurd di çi halî de ne? Min bi baldarî li rengê wechê keçikê nihêrî. Awayê axaftina wê ew nedida dest bê ji ku ye. Wexta min bi baldarî li wê nihêrî li xweşiya wê çû. Bi tevgerên lêvan ên dawetkar li min nihêrî. (r.52)
Metn xwe bi xwe orgazim dibe. Serkarekter Gulten maşella tu hemêzan nahêleku ku tê de li evînê negerîyabe. Baqî, Maqûl, Îsmaîl hwd. Li her bajarekî evîndarekî peyda dike. Li vir eger ruhê serkarekter Gultenê wiha baya û girêdaneke xurt bi têkiliyên wisa re hebûya dibû ku bikaranînan wan rast bûye. Lê serkarekter ji ber ku koç dike, biêş e û serê wê tevlihev e; lê dîsa jî ji kutandinên xweş, ji serşûştinên egzotîk, ji vexwarina qehweyên ku hertimî hazir in, xwarinên ku êdî vegotina wan sehneyan bûye klîş e xwe bêpar nake. Biqandî pozê derziyê jî em bi trajedîya wê nahesin, hîs nakin û nikarin pê re bijîn.
“Di rê de, em bi gavên herî sivik û bi fesal dimeşiyan. Me bi a di- lê xwe kir. Min ew bir mala pismamê xwe. Tevgerên min bêyî qon- trol bûn; li odê, min ew maçî kir. Ew bi bedena min ket. Ne care- kê, ne dudu… Çend caran wî xwest navberê bide pevşadbûnê, min ew fersend neda wî. Min bi hewlên rihê xwe, dixwest di kêli- yek wisa de, dengek bi min bikeve. Sazbend jî bê qontrol bû, rih li wî sivik bûbû. Ew deng bi min ket. Dengê ku bi rih bû.
Bêdengiya me li xweşiya me diçû. Wê wextê, min fêmkir ku car- na bêdengî jî bi qasî axaftinê xweş û bi wate ye.
Di bin şelteya tenik de, bedena min a bi tîn her li benda tevge- rên sazbend bû. Ew kûr û dûr difikirî. Perde, di navbera dilê wî, hişê wî û jiyanê de hebû. Nedixwest perdeyê bide aliyekî. Min ne- dizanî, ka perdeya wî bi qasî a min stûr û bi rengê tîr e an na.”( r.61)
…
“Min serê wî ber bi memikên xwe ve kişand. Hilma wî, lêdana dilê wî, bû sedem ku tîn’ek xwe li bedena min bide der. Min ew ranedimûsa. Di şadimaniyê de, min miemeleya koleyekî bi wî dida kirin, ev li xweşiya min diçû! Piştî ew li ber memikên min bi coş bû, min serê wî ber bi nav çîpên xwe ve berjêr kir. Wî dest avêt derpê, min nehişt ew min ji derpê bike. Min hew hinekî derpê ber bi jêr bir. Porê wî di dest min de bû. Min bi dengên bi şehwet ew li nav çîpên xwe xweş dikir; lêvên wî û zimanê wî li derdora bi mû diçû û dihat. Min hîs dikir ku ne- fesa wî a germ bi nav avê dikeve! Ji zewqa cinsî wêdetir hesta hey- fhilanînê ez dîn û har dikirim. Tişta êdî min bi wî bikira nemabû! Êdî awayê wî ê bi fermanî nedihat ber çavên min, halê bavê min ê melûl û neçar jî nedihat ber çavên min.”(r.81)
...
Derengê şevê bû. Maqûl xwest biçe, min nehişt. Wî israr nekir. Min stranek got. Strana min hukim li wî kir; ez xwe wek hîçekê di- bînim. Li dû vê gotina min Maqûl pirsî:
- Bi çi awayî? Bi çi wateyê?
- Awa û wate ne xema min e. Ez hîçek im.
- Ez jî hîçek im, belkî ev bibe bersiv bo pirsa te, a di derbarê ze- wacê de!
Wî dixwest çi bigota? Min fêm nekir. Min dest da ser destê wî. Li min nihêrî. Bi lavatî ji min re go:
- Tika dikim wenî meke, bi salan e jiyaneke min heye, ez hîn bû- me, min bi nav derd û kulan nexe!
- Çima Maqûl, ji bo çi eşq ê bibe derd û kul?
- Carekê bi serê min de hat, naxwazim carek din bijîm.
- Gotinên te tevlîhev û sergirtî ne?
- Tu bi a xwe yî, tu yê bibînî!
Min got:
- Ne xema min e.
Min ew ji ser masê rakir. Li ber dîwêr, min xwe avêt hembêza wî. Ez maçî kirim. Min her ku ew ber bi nivînan ve dibir wî xwe li cîhê xwe asê dikir. Nedixwest em biçin ser nivînan! Min anora xwe da aliyekê:
- Rê li ber me megire, bihêle bila dem li me xweş bibore.
Ew bêdeng bû. Xwêdan bi ser wî diket. Ji xwêdana kêfê bêtir dişibiya halê zor û zehmetiyê. Xwe ji nav destê min xilas kir. Hewl da biçe, min nehişt. Kir qêrîn:
- Heqê te tune, dev ji min berde.
Min ji xwe re nekir xem. Em li ser nivînan bûn. Ez bi bedena wî ketim. Ew bi lêvên min ket. Li bendê bûm deng bi me bikeve. Carekê du caran min xwest halê canê wî -ê mêraniyê- hîn bibim, min tiştekî hîs nekir. Wî li hêlekê ez maçî dikirim, li hêla din tiliya wî li ser lêvên canê min -ê jinanî- bû. Dengê şehwetê bi min diket. Maqûl ji nişka ve ez tahf dam, bi qehr ji nav nivînan derket!(r.107-108)
Metn ku bi xwe lal e; lê nivîskarê wê bi ziman e Perde. Xwendevan nikare xwe pê re bera hundirê romanê bide. Nivîskar di nava hewldanên dîdaktîk de ye û bi riya “rexneyan” li pey dirûstkirina civakê ye. Bi her hawî nivîskar di tevgerên karekteran de xwe dide der. Hey sûcdarek heye. Ji “êndin” îllehîm sûcdarek heye ku karekter pê xwe “deşarj” bikin. Hin caran jî ji ber tevgerên wan “şoq bibin”. Sûcê ku cezayên wê ên şexsî ne. Ne ên bûneweriyane ne ji ber têkiliyên piçûk in.
Li vegerê, ez li nîvê sikakê bûm, dengekî cûda bi ber guhên min ket. Di sikakê de, bi deng re kesek li erdê ket. Bi matmayînî min li zilamê li erdê nihêrî. Piştî halê şoqbûnê, ber bi zilêm ve meşiyam. Zilêm, ji çantê xwe kaxizekê derxist, bi halê birîndar hewl dida ku kaxizê bişewitîne. Heste vêxist. Agir bi kaxizê ket. Zilam mir. Ji bo kaxiz zilêm neşewitîne, min bi lez kaxiz temirand. Kaxiza temirî ma di dest min de. Însan li ser serê zilêm civiyan. Bi halê şoqbûyî çûm malê.
Li malê, bêyî ku kes bibîne min li kaxizê nihêrî. Li kaxizê, “Sela- heddînê di…” dihat xwendin. Peyva “dilêr” xwe di serê min de da der. Çavên min, bi peyvên “kitêb” “Diyarbekir” ketin. “Selaheddîn ji bo min…” nivîsî bû kesê mirî. Gelo xwestibû ji bo Selaheddînê Eyûbî çi bêje? Ê mirî kî bû?
Roja mayîn bi dû ketim. Piştî lêkolînan, haydar bûm ku ê ku ha- tibû kuştin mamosteyek bû, xebatên wî ên çandî û edebî hebûne.
Min ji Gulperî, di derbarê Selaheddînê Eyûbî de pirs kirin, wê bersiv nedidan min. Me qerar da, em ê roja şemiyê biçûna pirtûk- xanê.
Em çûn pirtûkxanê. Gelek wext em bi nav lêkolînan ketin. Aga- hiyên ku min dixwestin bi dest min neket. Gelo, Selaheddîn, ji bo wî mamosteyî kî bû? Dihat çi wateyê? Pirsê ez di meraqê de dihiş- tim. Çima, mamoste ev hevok lêkiribû?
“Ji bo min….” Ma Selaheddîn ne ew kes bû ku her kes heyranê wî bû? Çi rexneyên mamoste hebûn di derbarê Selaheddîn de?
Em çûn înternetqafeyekê. Li wir, em ketin nav lêgerînê. Ji nivî- sekê, me mesele fêmkir. Wexta Selaheddînê Eyûbî Amedê fetih ki- riye, ji Medreseya Zincîriye 1.040.000 pirtûk birine. Ew pirtûk wekî diyarî dane Qadî Fazil. Wî kesî, bi heftê deveyan pirtûk birine Ka- hîre’yê. Li wir, bi wan pirtûkan medreseyeke bi navê El-Medrese- tul Fadiliye vekiriye.
Ez û Gulperî di heman fikrê de bûn; îhtimal bû ku mamoste he- man agahî bi dest xistibûn û li hember Selaheddînê Eyûbî bi kerb û bi hêrs bû.
Gulperî xwe da şîroveyan:
- Ev bajar çi qas hatiye talankirin, ew qas bi rik maye li ser pi- yan.
Min deng bi xwe nexist. Ew taqet bi min re nemabû ku bi nav şîroveyan ketama. Gulperî bi xemgînî dimeşiya. Min li sûr’an dini- hêrî. Min heweseke xwe jê re got:
- Çi qas dixwazim, bi şev, li ser sûr’ê bimeşim. Li bin tava hîvê. Tava hîvê tunebe jî ne xem e! Ev ji bo min bûye hedefek!
Got:
- Qey te bêriya mirinê kiriye! Ne ewle ye. Dev jê berde. (Bi di- lînî dom kir) Însan li bajarekî dijî, ji dilê wê tê ku bi şev li ser sûr’an bigere, lê nikare! (li min nihêrî û bi henekekê pê de çû) Na, belkî jî tu dixwazî qirixek bibe evîndarê te.
- Qirix?
- Belê, ji wan jî gelek kes, di tariyê de, li ser sûr’ê digerin. (r. 93-94)
…
“Ez hinekî mam di şermê de. Wî dest da ser destê min. Bê yî hemdê xwe şoq bûm. Wî fêmkir ku ji heyecanan dest û nigên min li hev digerin; xwest destê xwe bikişîne. Min nehişt. Bi dengekî nizm, bi keder gote min:
- Roja ku min tu dît xemekê xwe li min dabû der, tirsekê ez zevt kiribûm, a ku ez ditirsiyam va ye bi serê min de tê!
- Hezkirin ji bo çi bibe tirs?
- Sazî. Evîn û evîndarî ji bo me qedexe ye?
- Dizanim. Min li Amedê ev tişt bihîstibû.
- Heger gotineke însanekî, tevgereke wan, kenekî wan bandor li min kiribe, ez wan ji bîr nakim, ew êdî her parçeyek ji jiyana min in. Ev gelek xweş e; ji cism wêdetir pevşadbûna rihî! Ev halê min û gelek nêziktêdayînên saziyê li hev nakin. Li vir mafdarbûn ne mu- hîm e, lê rastiyên min ên şexsî û gelek rastiyên saziyê li hev nakin.
Min nizanîbû sazbend ji niha de li hincetan digeriya, da dev ji saziyê berde, welew ev problem ên jiyana wî bûn ku ji dil, bi min re parve dikir. Min nedixwest di jiyana wî de ez bibim sedemê gu- herînên mezin; hevalê bavê min, di wê kêliyê de jî, li koşeya hişê min tîn dida. Bi dû sedeman nediketim; ji bo çi hevalê bavê min di navbera min û jiyanê de dibû perde? Çi tawanê wî mirovî hebûn? Ez ne di bîra wî de bûm. Ew hay ji min tunebû. Heger behsa navê min ji wî re bihata kirin belkî wechê min, şikl û şemalê min neha- tiba ber çavên wî. Lê ew her li ber çavê min bû û min dixwest ez wî bibînim.
Min xwest li hember sazbend durist bim:
- Tu li xweşiya min diçî, ez dixwazim yarekî min hebe, lê awa- yên ku her kes pê dizane, ez ê tu car ne bi te re bim.
- Jixwe ev ê ne mumkûn be, ez ji niha de bi xem im; heke haya hevalên min jê çêbibe wê di cî de min biqewirînin. (r. 59-60)
Civateke sentetîk e ya di romanê de. Civateke îdeolojîk e. Îdeolojiya ku ne li ser rastiya civatê xwe li ser “fantazî” yên ku pê li erdê nakin ên nivîskar ava dibin. Pevşabûnên bêhed û hesab tê de hene. Gelo di civata me de keçên kurd ewqasî “modern” in ku bi vî hawî rihet xwe radestî mêran dikin û paşê jî li “zewqa azad” digerin. Sar e roman mîna dîwarê maleke xelkê.
“Sibehê em li ser taştê bûn. Pismamê min du-sê caran ji lêvan ve hevala xwe ramûsa. Ev cara pêşî bû ku, li cem min tiştekî wenî di- qewimî. Min berê xwe guhart. Hevala wî, got: “Ev zilam, bi van kirinên xwe yî romantîk, pî û bazikê min berdide ber min; her tiştî bi min dide jibîrkirin.” (r.56)
…
Gerîneka Gernicayê
Teswîrên romana Gerînekê zindî ne. Asoyeke fireh li ber xwendevan vedikin. Ne tenê sehneyê teswîr dike di eynî demê de ruhiyeta karekteran jî pê re xwe lê dipêçe.
Di vê jiyanê de tiştê ku bi diravan nayê stendin lê tê firotin yek jê jî xeyal e. Li taxekê me ku dişibe goristaneke terikandî, ez henekên xwe bi xaniyan dikim. Di xeyalên bê dirav û bêsînor de, min ev der, wek bajarê kevnare, Machû Picchû dihesiband, ku li ser çiyayê Andêye û berê xwe daye newala Ûrûbama. Xaniyên vê taxê, bi hatina her malbateke koçber re eletexmînî, di nava rojekê de bi teneke û pîrketan hatine çêkirin û ji wan re bûne stargeh. Xaniyên banê wan bi tenekeyan û paceyên wan hatine naylonkirin, ewqas li ser hev hatine çêkirin ku, dema meriv ji dûr ve li vê taxê dinihêre, meriv dibêje qey li dinyayeke kavilkirî, çend miriyên di gorran de lampên ber serê xwe vêxistî hiştine. Li vir, li vê xurbetê, li vê goristana sar, ji bo meriv deştek, çiyayekî Kurdistanê, ji Machû Picchû’ya xeyalî mezintir û xweştir e – lê ew di vê gerrînekê de ji me pirr dûr e.( r. 85-86)
Atmosfer xumamî ye. Herikbariya rewrewkî (sanri) ye. Lewre qelşê li xwe dixe. Di wan qelşên romanê re xwendevan dikeve atmosferînên din.
Dengê min bêhemd li dîwarên xênî diqelibî. Ji aliyekî ve dayika min, ji aliyekî ve jî bavê min berê xwe dan oda televizyonê û hatin. Herduyan jî li ser lingan li min nihêrtin. Dengê min î ku carna min jê re digo “hiş be,” bi carekê re biliya û tiliya min a navîn, dirêjî cama televizyonê bû.
Meriv dikare her tiştî ji bir bike, lê rûyê qesas û kujerekî qet, ebeden. Ew kujerê ku wê şeva tarî, bi lîsteya mirinê ketibû mala me, îro, vê gavê di vê cama televizyonê de, bi çavên wêneyê xwe li min dinihêre. Gava min bi tiliya xwe wêneyê wî şanî dê û bavê xwe da, reşikên çavên min û wî bi hev ve lehîm bûn. Spîkên çavên min mezin bûn, mezin bûn û bi teqînekê ez ketim e’rdê.
Dema min çavên xwe vekir, min dî ku gelek birîn di canê min de vebûne. Yên li derdora min hemû parçeparçe bûbûn. Min li lingên xwe nihêrt, hîn bi min ve bûn. Piştre, hêdî hêdî min li destên xwe nihêrt, ew jî hîn li ba min bûn. Bêhna min diçikiya û bi min pirr sar bû. Hêdî hêdî rabûm ser xwe, laşê min dilerizî. Her der mişt xwîn û parçeyên merivan bûn. Rabûm ser xwe, hêdî hedî min gavên xwe avêtin. Tiştekî pirr beloq bû, bi xof bû; bi lingên xwe yên sî û heft jimar min pê li parçeyên laşên merivan kir û meşiyam. Na, na, Rebbiyo! Çawa meriv kare pê li goştê laşê merivan bike?
Piştî çend gavan, min hew dît ku jineke porr sor di nava xwînê de vedigevize. Bi darê zorê daqûl bûm, min ew qeliband; Ez vî rûyî nas dikim! Waaax tew lê lê! Qozîka kaxizekê di ber paxila wê de xwiya dikir. Ne hêsir, lê xwîn ji çavên min niqitîn ser rûyê wê. Çavên wê vekirî mabûn. Min li çavên wê nihêrt. Noqî gerrîneka reşikên çavên wê bûm; daketim jêrzemînên kûr û tarî. ( r. 178-179)
Çîroka Mîrza û Xezal Xatûnê bi hawîyekî organîk bi ruhê atmosfer û serkarekter Lîsayê re girêdayî ye. Ji serî romanê heta dawiya romanê Dayê Şaxê vê çîrokê car carina xuya dibe.
Hêmayên dubarebûyî ku carina derdikevin pêşberî xwendevan ne bêfonksiyon in. Ev hişê Lîsayê, rabirdûya wê, girêdana wê ya bi civata xwe re, bîranînên wê ên xumamî temam dike. Dema bi eynik, televîzyon, spîka çavê karekter, jina spîker û hêmayên din derdikevin pêşberî me zemînê cîhana li ber xwe xelek bi xelek firehtir dibe.
Cama televizyonê û rîtma dilê min, spîkên çavên min û xelekên gerrînekê digobilîn, her diçû fireh dibûn. Cama televizyonê, ne tabloyek bû, ne jî çîrokek xeyalî. Bêhna xwînê, bi gerrîneka xwe bêhtir ez çeper kiribûm – li min hatibû badan. Pace hîn vekirî bû. Dengê otomobîl û erebokên seyarfiroşan ji qada Gîrne’yê heta vir diha.(r.14-15)
…
Çavên min ne di cama televizyonê de ne. Ez wê jinika xwas î nîv tazî û porrxelek nas nakim, te dî ewa ku di cênîka wê de qullek hatibû vekirin û xwîn jê diherikî. Hew tiştê ez zanim, jinika di televizyonê de ya porr zer î lêv mor digo, “Navê wê Abîde ye.”(r.73)
…
Paca odê li hewşê mêze dikir. Li ser qenepê rûniştî bûm. Televizyon vekirî bû. Pêşkêşvana porr zer û lêv mor, mero digo qey cilên dojehê li xwe kiriye, dişibiya zebaniyekê. Dîmen li pişt wê di ser hev re diqulipîn; laşên du jinên gerîlayên tazî û parçeparçekirî li orta qadê li e’rdê dihatin teşhîrkirin, bi pişt wesaîteke leşkerî ve hatibûn girêdan û bi e’rdê re dihatin kaşkirin. Komek zilamên cilên leşkerî li wan, li ber cendekên jinên gerîlayên tazî û parçekirî wêneyên xwe digirtin û dikeniyan.(r.156)
…
Televizyon vekirî bû. Perda pacê li ser hêlekê bû. Dara xurmê ya di qutîka rûnê Vita de, biqasî santêmekê jî mezin nebûbû… (r.210)
Çakar ji vegotinê bêtir sehneyan şanî me dide. Lewma atmosfer zindî ye. Em bi rihetî xwe pê re bera nava metnê didin, metnê di dil û hişê xwe de hîs dikin û bi rihetî pê de diçin.
Çavên min ne di cama televizyonê de ne. Ez wê jinika xwas î nîv tazî û porrxelek nas nakim, te dî ewa ku di cênîka wê de qullek hatibû vekirin û xwîn jê diherikî. Hew tiştê ez zanim, jinika di televizyonê de ya porr zer î lêv mor digo, “Navê wê Abîde ye.” Ax, ez Abîdeyê qet nas nakim! Tenê spîkên çavên wê û lingên wê yî di nav parçeyên cesedan de li min dibû êş û bar. Erê, xêliyeke sor bi stûyê wê ve daliqî bû; dixwest bimeşe – erê, dixwest li wê taxa fireh î dirêj rastî hêviyekê bê. Di çenga wê de qullek hebû, xwîn jê diherikî, xwîn li stûyê wê difitilî, li xêliya wê belav dibû, li biskên wê’y xelek xelekî jî… Di wê walahiyê de spîkên çavên wê dibûn valahiyeke mezintir. Di nava gavên wê yên vala de, jiyan dişibiya tabloyek reş; dizanim ku bi xwe ne Guernica’ya Pîcasso bû. Parçeyên laşên merivan li her dere belawela bûbûn – wek tovên di wexta çandiniyê de têne bizarkirin. Pirr basît xwiya dikirin, pirr ji rêzê, pirr xwezayî. Min digo qey felqeyekî serê min li wir e û li gewdeyê xwe digere, an weke parçeyên destê min li wir bin û li merivahiya xwe bigerin, an jî weke di bin parçeyên laşên zarokan de li dilê xwe bigerim.(r.73)
Gerînek ne metnekî yekalî ye. Ne di ser re ye. Kûr e. Kûrbûna wê ji wir tê ku ew tiştên li pey metnê şanî me dide. Nivîskar nakeve pey dersdayîn, parastina îdeolojiyan û sûcdarên şexsî. Di esasê de ew li pey sûcdariya navendî ye. Yanê ya bûneweriyê ye ku vê bi riya êşa civatê şên ber dike. Bi hawiyekî sergirtî vê dike. Lewma zemînê romanê li ber xwe fireh dike. Bê kompleks şaxên samîmî xwe di rêçikên romanê re bera dilê xwendevan dide. Hin sehneyên wisa hene. Helandina sehneya destpêkê û dawîn di zik hev de vê eyan dike. Destpêka destpêkê ye.
(Ev sehneya destpêkê ye.)
Wek her carê dîsa televizyon vekirî bû. Jinek nîvtazî di nava toz û dûmana barûdê de bi zorê gavên xwe diavêt. Eniya wê ya doq, porrê wê yê xelek-xelekî û ew xêliya sor î li gerdena wê daliqandî, wek tabloyeke nîvcomayî dixwiya.
Ji meraqa xwe hinekî din nêzî televizyonê bûm; lingê wê tazî û di cênîka wê de qullek vebûbû. Avek reş jê diherikî. Di nava toz û dûmana pişt wê de avahiyek mezin xwiya dikir. Aliyekî avahiyê hilweşandî, aliyekî din qul qulî bû. Dişibiya panayirekê! Ji gulle, barûd, xwîn û cesedên parçekirî her der hatibû xemilandin. Ji ber hindê, hinekî din nêzî televizyonê bûm, rûyê min li cama televizyonê ket. Dîmen ji min baş xwiya nedikir êdî. Çavên min weke ku di gerrînekekê de bin û bi hêzeke tund ji jor de bikevin, bi hid ketim. Ewqas nêzî camê bûm ku dîmen li hev dilefiyan, xwe li hev ba didan, digobilîn. Jina nîvtazî, du, çar, şeş... Her çû hejmar zêde bû. Qullên di avahiyan de jî, cesedên li e’rdê, ax û ev bêhna xwînê-
- Dayê Şaxê, ji cama televizyonê bêhna xwînê tê!
- Dayê! (r.11)
…
(Ev jî sehneya dawîn e.)
Televizyon vekirî bû. Perda pacê li ser hêlekê bû. Dara xurmê ya di qutîka rûnê Vita de, biqasî santêmekê jî mezin nebûbû…
Teqteqa derî guh li min bir dîsa. Ev kî ye dîsa min ji xewa şerîn şiyar dike?
"Tu kî yî?"
"Ez im, ez, derî veke keça min!"
Ev deng dengê dayê Şaxê ye. Bi hêrs min destê xwe avêt kilîda derî û min derî lê vekir.
"Erê Abîdeyê, ev bû saetek li ber derî me keça min. Ma qey tu ketibû xewa mirinê, hii-"
Xew şêrîn bû ji her tiştikê dinê. Ev bi qasî kêliyekê bû ku li ber vê romana qarton di xew re çûbûm. Saet hîn heftê êvarê bû.(r.210)
Reng û dengê civata Gerînekê malzemeyê civatê ê rastî ye. Di honaka edebî de bi şêwaza nivîskar atmosfereke cuda li xwe dike. Lê bi hawiyekî fantazma ne; bi hawiyekî organîk bi civatê re têkildar e. Ji ber vê pê li erdê dike.
Carekê bi dayika xwe Şaxê re çûbûm mizgefteke biçûk î li Ameda kevin. Ber êvarekê bû. Ji kuçeya Mineraya Çar Ling, hêdî hêdî em li ser riya bi kevirên reş hatibû neqişandin dimeşiyan. Qerebalix bû. Gelek seyarfiroş hebûn. Li ser hin dezgeyan tiriyên bi şîr ên payiza dereng hebûn, li ber dikanên di kolanên teng de, îsot û balîcanên hişkkirî, biharatên bêhnxweş, zexîreyên di qûtikan de giştik li ber deriyan bûn. Meşa me gelekî li wan kolan û taxan dom kir. Her tişt li wir pirr zindî bûn; qerepereya zarokên li kolanan, jinên li ber deriyên xwe rûniştî, jinên li ber tevnê rûniştî û tevna xalîçeyan çêdikirin, jinên ku teşiya hirî dirêstin, jinên li ser banê xaniyan ava firingî û îsotên xwe’y raxistî didan hev... Bi her gavekê re tiştên nuh, dengên nuh, rengên nuh li ber çavên min diketin. Çiqas xweş bû armoniya ku ji dengên merivan pêk dihat. Hestin wiha bi meriv re çêdibûn ku meriv dikarîbû bi hezaran caran ew di dilê xwe de binihiranda; "Ez li vê dinê ne bi tenê me, va ye kesên weke min li vir pirr in." Niştecihên vê taxê, xwediyê şaristaniyeke kevnare bû. Helbet min ê ev yek piştî temenekî ferq bikira.
Li taxekê Dêra Ermeniyan, Dêra Suryaniyan, li aliyê din Mizgefta misilmanan û hema li pişt mizgeftê jî Sînegoga cihûyan hebû. (r.96-97)
***
Nivîsên li ser vê nîqaşê hatine weşandin:
- Omer Dilsoz: Mesela 'diziya berheman' û hevreşkirin
- Dilşêr Bêwar: Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê
- Cîhan Roj: LÊ EZ ŞOQ NEBÛM!
- H.Kovan Baqî: - Şoqek bêwext û du roman
- Cîhan Roj: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê