Diyarname
Li Meksîkayê 99 mîlyon hilbijêrî deng da. Li gor encamên ne fermî siyasetmedara jin a meksîkî Claudia Sheinbaum ji bo serokdewletî hat hilbijartin.
MORENA (Tevgera Nûbûna Neteweyî) partiya Claudia Sheinbaum e. MORENA bi sedî 57'ê dengan bûye yekemîn. Seroka MORENA'yê Sheinbaum Şaredara Meksîkoyê bû û niha bi dê bibe Serokdewleta Welat. Reqîbê wê şaredara Hidalga ya berê Xochilt Galvez û mebûsê berê Jorge Alvarez bûn. Ew negihîştine sedî 30'î.
Sheinbaum bi eslê xwe cihû ye. Yek ji avakarên MORENA ye ku MORENA meyla wê li ser çepgiriyê ye. Serokdewletê welat Andres Manuel Lopez Obrador jî ji vê partiyê bû.
Niha li pêşberî Sheinbaul karên dijwar ên wekî karên şêlandin, bêewlehî û asta bilindbûna sûcan li pêşberî wê ne.
Sheinbaum 61 salî ye. Di sala 2015'an de ji bo Serokatiya (Şaredariya) Hikumeta Meksîko City hat hilbijartin. Wê di hilbijartina niha de gotina "Berendama gel" derxistibû pêş.