Mesela 'diziya berheman' û hevreþkirin
Omer Dilsoz
Berî her tiþtî min divê bêjim, ev gengeþe bi min gelekî tahl e û mixabin, ev di nav me de, bi awayekî bêinsafî heye.
Gelek caran, em bûne þahidê îdîayên bi vî rengî. Bi ya min divê mirov çend pirsan ji xwe bike berî ku mirov der barê berhemekê de qinyata xwe diyar bike. çi ko te dî pêþiyên me dibêjin, "herifandin hêsan e, a zehmet avakirin e."
Ji bo avakirinê jî berî her tiþtî divê mirov bi "zimanekî avaker" berê xwe bide hin pêþhatan û bi sebir, bi delîl û ispat angaþtên xwe der bibe, nexwe wekî dîtir tenê dê bibe "hîmê ser berfê" ku ew jî heta hilatina tavê ye emrê wê...
Cihê dax û mixabinê ye, li ser medyaya civakî, em gelek caran dibin þahidê nîqaþên bi vî rengî, îdîa ew e ku "filan berhem siya filan berhemî ye" û pê re êdî agir bi dehl û daristanê dikeve; kesên dost û heval te dî bi carekê de xwe di nav nîqaþ û gengeþeke bêbinî de dîtin. Hevdu herimandin pir hêsan e, lê a girîng, mirov, hev du mezin bike û serkeftina her hevalê/a me di warê afirandina berhemê de serkeftina miletê me ye, ya hivz û bîra civaka me ye. Çêyî, yên me hemûyan in, xirabî û kêmasî jî her wisa...
Ne baþ e ku mirov li ser xwe nimûneyê bide, lê ji bo mebesta min zelal bibe min divê çend tiþtan bibêjim:
Di sala 1996'an de, li Colemêrgê min helbesta xwe "janda" risand, hingê hayê min ji tu kesê nebû. Ne Rênas Jiyan, ne jî tu kesek dî. Ez bawer im, hingê hêj berhema "Janya" derneketibû. Ev hê jî wekî destxet di ajandayên min de heye. Piþtre piþtî salên 2000'î li hin bajarên Kurdistanê "rewþa awarte" hate rakirin, êdî kurdî belav bû, hayê me ji hev du çêbû. Piþtre ez pê hesiyam ku Rênas Jiyan helbestek nêzî wî navî ristiye, min rabû helbesta xwe veþart. Sala 2006'an bi navê Gulgever weþand. Ez nimûneyek dî jî bêjim; Navê romana min a ewil "Hêviyên Birîndar e" Piþtî salan ez pê hesiyam ku bi vî navî li rojavayê Kurdistanê dîwanek helbestan derçûye. Paþê min û xwedanê vê dîwanê hev du nas kir; navê berhemên me eynî bû, lê naverok bi temamî cuda... A sêyan jî, Berbiska Zer, romanek e li ser "gorên komî", ev romana min di sala 2012'yan de derçûye, îsal di Pêþbirka Þanoyê ya Batmanê de rêzdar Erol Balci, bi berhemekê yekemîn hat hilbijartin; gava ku þanoya wî dinerî dibêjî qey Berbiska Zer e, naverok pir diþibe hev. Lê ez baþ dizanim ku piþtî Erol Balci ev berhema xwe nivîsand paþê haya wî ji Berbiska Zer çêbû û ew xwend. Ew jî pir heyirî. Lê min tu kes bi "dizîyê" tohmetbar nekir, çimkî ez baþ dizanim ku li welatekî ku agirek li dar be, her kes dê vî agirî bi çavê xwe bibîne. Ev nayê wê wateyê ku em tev çavê kesê yeke dîtî wê þewatê dibînin.
Heta ez ji bo we bêjim, carinan tu tiþtekî lêdikî, dirêsî, dibêjî qey te ew tiþt ewilê gotiye û te kifþ kiriye, lê piþtî dûçûneke kin dibînî ku kesek dî, li welatekî dî, berî sedsalan heman gotin kiriye, heman nêrîn aniye ser zimên.
Dostên min ê xweþtivî, rica ye, hev du neêþînin. Em tev di bin bandora hev de dimînin, ev tiþtekî normal e. Heta carinan ji bo xemilandina berhema xwe normal e mirov "agirê cîranan" bixwaze.
Ez rica dikim, ev gotinên min wekî "meþrûkirina diziya berheman" neyê fêmkirin, tiþtên wiha jî hene, lê berî ku mirov bigihîje qinyateke wiha divê mirov pir bi baldarî nêzikî tiþtan bibe.
***
Nivîsên li ser vê nîqaþê hatine weþandin:
- Dilþêr Bêwar: Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê
- Cîhan Roj: LÊ EZ ÞOQ NEBÛM!
- H.Kovan Baqî: - Þoqek bêwext û du roman
- Cîhan Roj: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê