ÛRMIYE
Tevî bang û daxwaza Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û gelek saziyan a ji bo rawestandina darvekirinan, jî Îran ji ya xwe nayê xwarê. Girtiyên ku duh li beşa tecrîdê hatin bicihkirin, hatin îdamkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine, li bajarê Ûrmiyeyê danê vê sibehê, girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên edlî hatin îdamkirin.
Rayedarên rejîmê duh bang li malbata Bêhrûz Alxanî kirin ku ji bo cara dawî kurê xwe bibînin. Li ber Girtîgeha Ûrmiyeyê malbatên gelek girtiyan ji duh ve ji bo rawestandina înfazan disekinin. Piştî îdama danê sibehê, cenazeyê girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên din ên edlî radestî malbatan hatin kirin.
Girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî di sala 1985'an de li bajarê Selmas ê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûbû. Di 27'ê rêbendana 2009'an de ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaat ve li bajarê Selmasê hat girtin. Tevî Bêhrûz Alxanî li 15 kesan bi hinceta "alîkarî dane PJAK'ê", cezayê îdamê hatibû birîn.
Îranê herî dawî girtiyê siyasî Sîrwan Nejawî, tevî hemû îtîrazên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên mafên mirovan îdam kiribû.
ANF


