Diyarname
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli got ku projeya me ya tramvay ji bo Amedê heye Bankeya Cîhanê alîkarî dide lê hikumeta AKP'ê îmzeyê navêje û bi vê nahêle pere ji bo me bên.
Hevşeradarê Amedê Anli bû mêvanê ÎMC TV û li ser mijarên cur bi cur axivî. Vane ji gotinên Anli çend not:
'AKP nahêle em tramvay çêbikin'
- Projeya me ya tramvay heye. Ev sê sal in amade ye, wisa projeyek baş e di gelek pêşbaziyan de bûye yekemîn. Me biriya ji bo Bankeya Cîhanê, di pêşbaziya wan de jî ketiye dereceyê, Bankeya Cîhanê ji bo çêkirina vê 300 mîlyon dolar pere dide me bi deynê xwe. Ji bo vê yekê di vê Bankeya Bajaran a Tirkiyeyê îmzeyê biavêje lê hikumet nahêle. Dema mesele dibe Amed wekî hikumetên berî wê AKP jî heman tiştî dike. Binêrin Serokomar, Serokwezîrê Tirkiyeyê li gelek bajaran siwarê metro dibe, pesnê çêkirinê dide, lê çima destûrê nade me? Em ji Etopyayê hatine?
'Dixwaze li Sûrê tirk-îslamê saz bike'
- Li Sûrê rêxistinek heye. Hikumet dixwaze vê xira bike. Li vir 33 şaristanî hene, em xizmetê ji bo van hemûyan dikin. Lê hikumet dixwaze Sûrê biguherîne û nasnameya tirk-îslamê li wir bike serdest. Dixwaze demografiya wir biguherîne. Ger saziyên li Sûrê, kurd, ermeniyan nerazîbûn nîşan neda zûde ev kiribû. Hê dixwaze bike, em di weşanên wan de jî dibînin.
'Hilbijêr heman hilbijêr e'
- Bi ser 30'î re hevşaredar3en me ji peywirê hatin girtin. Ger kayyumê ji bo şaredariyan peywirdar bikin ev yek dê bibe sedem ku hemû hilibjartinên li Tirkiyeyê bibin mijara nîqaşê. Şaredar, endamên meclisan bi dengên ji sindoqan hatin hilbijartin, serokomar jî bi heman awayî, heman tişt in.
'Mifetîş bixwe aciz in'
- Di 10 mehên daw3i de bi ser 20 caran re mifetîş hatine şaredariyê li dosyayan nêrîne û tiştekî nedîtine. Êdî ew bi xwe aciz in ku tên û diçin. Heta sala 2005'an li hemû dosyayên me nêrîn, birin Enqereyê li wir li ser lêkolîn kirin, tiştek di dosyayan de nedîtin. Êdî ew mifetîşên tên bi xwe aciz bûne lê bi zorê her carê wan dişînin dibêjin 'tiştek bibînin, tiştek biafirînin'.


