Diyarname
Endamên Koma Dostên Kurdan a Parlemena EWropayê (PE) ji bo Hikumeta Iraqê nameyeke şandin û xwestin xweseriya Şengalê bê parastin.
Endamên Koma Dostên Kurdan a PE'yê François Alfonsi (Kesk/Koma EFA), Andreas Schieder (Koma Sosyal Demokatan) û Nicolaj Villumsen (Koma GUE/NGL Grubu) li ser Şengalê nameyeke ji bo Hikumeta Iraqê nivîsandin. Name ji Balyozê YE'yê yê Iraqê Sadiq Alrikabi, Seroka Delegasyona Têkiliyên Ligel Iraqê ya PE'yê Sara Skyttedalû Raportorê Iraq-PE'yê Mick Wallace re şandin. Komê li ser nameyê agahî da Rêveberiya XWeser a Şengalê jî. Di nameyê de xwestin ku xweseriya Şengalê bê parastin.


