Diyarname
CEO'yê Google Eric Schmidt got: "Kompîtur û telefonên xwe yên destan asê bikin û bi mirovan re eleqedar bibin."
Schmidt li Zanîngeha Pennsylvaniayê di merasima kutakirina zanîngehê ya xwendekaran de axivî. Schmidt xîtabî 6 hezar xwendekarên ku zanîngeh kuta kirin kir û wiha got: "Jiyana dijital deynin aliyekê û hinekî analog bijîn. Ji cîhana sanal dûr bikevin û hinekî berê xwe bidin têkiliyên bi însanan re. Kompîtur û telefonên xwe yên destan asê bikin. Hebûna mirovên din ên li der û dora xwe keşf bikin. Dema neviyekî we hebe û ew gavên xwe yên yekemîn bavêje hûn jî destê wî bigirin, ji vê zewqê xweştir tişteke nîn e."


