İsmail YILDIZ
Cara duyemîn e ku nivîseke di der barê mirinê de min bi îşkenceyekê re rû bi rû dihêle. Di nivîsarên ku hatine xwendin, nivîsandin de mirin her tim wekî peyveke nedîtbar (soyut) dibihure û di xeta çavan re dihele. Lê belê dema ku mirin dibe tiştekî berbiçav û mirov dibe şahidê mirineke û ew dibe sedema neçariya nivîsandinê, mirov di serî de ji hember xwe serî radike, piştre jî li xebera xwe disekine.
Min cara yekem ji bo mirina siyasetmedarên kurd Husnu û Cihan ê bê mirin nivîsîbû. Niha dîsa mirina ku dibêjin qewm nas nake lê ya ku ji bo kurdan her tim dibe kevneşopiyeke rojane, ya "taktir-i mehmetçik" min bi nivîsandinê re rû bi rû dihêle. Ger ku ez nenivîsim ezê her saniye bi mîlyar carî mirinê tehm bikim. Mirina ku bi gotina "Kesê ku xwest bi riya nelirê ji sînor bihure hate kuştin" hat, mirina ku ji pey xwe kîjan kulên wekî çiyan hişt, ew anonsa ku ji bo hinek dibe sedema êşeke çawa ger ku nayê nivîsandin wê ji min re bibe deyndariyek.
Ez bawerim nivîsandina ew mirina ku jiyana 8 kesan tarî kir, mirina ku bi destê yên ku mirinê pîroz dikin û dîroka xwe bi mirinê dineqişînin berpirsiyariyeke mirovî ye. Ew mirin bû zilm û cehenem ji malbateke feqîr a ku di nava xizaniyê de dipelçiqe.
Mirina ku bi destê mehmetçikên ku wezîfeya xwe bi serfirazî pêk anîn ji dîroka ku bi kuştinê hatiye nivîsandin tiştekî mejbûrî ye helbet. Xebera mirina Murat Yilmazê ku ji bo pêlaveke lastîk ji 5 zarokên xwe yên xweş re bîne kete ser sînorê Îranê nîvê şevê kete guhê me. Mirin dîsa ji bo kurdekî bû marekî reş, bi awayekî ku sînor nas nekir bilind bû û gihîşt textê ezraîl. Sînorê Îranê yê ku gelek caran dibe xwezaya bûyerên wiha tenê rê da tiştekî di tariya şevê de. Destûr tenê da mirina Murat.. Tenê ew marê reş, pîs û kor xilas bû ji sînor. Marê reş dîsa serê xwe rakir ji bîra mirinê û bi erdê re kaş bû, hat xwe gihand deriyê kurdekî. Di serî de feryadek rabû ji bêdengiya zarokê Murat yê ku hê salek nediye, yê di dergûşê de. Piştre fîganeke ku guhan ker dike rabû ji bextê Nurgula ciwan ya ku bi 5 zarokan ve êtîm ma. Dema ku Murat bi hinceta guleyeke mehmetçikan ji têldiriyên mirinê şidî, lîlanek bilind bû ji ser dayika Şadiye ya li vê aliyê sînor.
Murad gundiyekî feqîr, 32 salî hê negihiştibû nîvê rê. Bîdonên mazotê li hestiran siwar kir û xwîna xwe herikand ji derbasgehên şevê. Gumana rûyê xwe ya pak di navbera gulebarandina 2 qereqolan de ma û helbet nedizanî ku keça xwe ya 6 salî Leyla ewê piştî rojeke bi gotina "Bavê min kuştine" lingên xwe di heriyê mis de. Nayê zanîn ka dema ku mirina Murat bi parçeyên şarapnelan ve ji rûyê apê Îsa de barî, çend kes di xewa kûr de ne, li çend fabrîqeyan guleyên nû hatin çêkirin, çend mehmetçik ji bo kuştine hatin dinê, çend kurd ji bo mirinê rojeke din jiyan... Lê belê rastiya yekem ew e ku êdî ji lêvên Leylayê dê pêyva "Bavo" nayê bihîstin.
Ma fetisîna zarokê di dergûşê de yê ku ji aliye marê reş ve qewimî xem e ji zimanê ku bi "yan hez bike yan bimire" avdaz girtiye. Ma ji bo heniya ku ji secde ranabere xem e hêsîr ketina Leylayê ya ji hevoka "Bavê min kuştin e" ya emrekî.
Di serî de topbaranek ji asîmanên xweda qetî, piştre bi çekên giran hate gulebarankirin erdnîgara Murat ya 5 demsalî. Bû berf, boran, zivistan û bager û gihîşt keviya bijangên dayika Şadiye û ji hember êşa kûrê xwe têk çû pelên çinara mezin. Yê ku ji welatê xwe herî zêde hez dike, yê ku wezîfeya xwe herî baş pêk tîne bû ji kendalên sînor. Tiliya kû herî zûtir gihîşt tetikê, tiliya kesê ku herî zêde ji welatê xwe hez dike bû. Destê kesê ku namûsa wî hidût be bi bereketa ji aliye kuştinê ve... Gelo dema ku Murat 5 wextan wekî şitlekî kete axê kesên ku bîleta qehremaniyê ji kuştinê distînin şad bûn bi qerîna dayika Şadiye?
Marê reş dîsa nalî di binê bîra mirinê de û jehr verişî ji deşta Elbakê heya gundê Bazê. Ma çi ye mirina kurdekî ji bo saxbûyîna welat... Ma çi ye çavên Leylayê yên ku bi havîngê mirinê wê bên neqişandin...
Marê nehlet naletî li kendalên sînor yên veşartî û bi nîzama emr û komutê gihîşt dîwarên malbata Yilmaz ya ku bi neçariyê hatine pêçandin. Mirina kurdekî tevlî mirina hespan bû û wekî sicimeke kete ser kefenê spî hêstirên çavên Leylayê... Heya ku welat sax jiya dê çend Leyla wê biçilmisin ji guliyên spîndarên xwe û çend sînor wê xelas bin ji rêzika mirinê... Murat mir, ji zindiyan re zilmê mêzekirina qerekolên mehmetçikan, neferên abîdeyên qehremaniyê yên ku bi "Bavê min kuştine" serfiraz dibin.
Murat mir, "her bijî" nobedarên hidûd yên ku wezîfeya xwe herî baş pêk anîne. Murat mir, Leyla êtîm e niha ji ser sînorên "Bavê min kuştine" yê vî alî... Li ser sînor kurdek kete axê û tirkek bû qehreman ji ser peplikên avahiya teriyên kuştinê...
Bavê min kuştine... Bavê min kuştine...Bavê min kuştineeeeeeeeeeeeeee!


