Ehmedê Huseynî
1.
Ev helbest ji boyî te ye!
Tîp bi tîp porê te dibêje...
Hibra wê ji lêvên te dirije...
Ev helbest,
Peyvên xwe,
bi destên te dikuje!
2.
Rûyê te esman e,
Refên qulingan
ber bi zozanên sînga te ve
koçber dibin!
3.
De biçurise hey taca serê welatan!
Guh nede xwîna darên xwe!
De li ser devê kêrê biçurise!
De xwe li hawirdora çiraya dilê min,
Mina pinpinîkekê li ba bike!
De biçurise, da ku ji bilî min
Tu kes, rondikên te paqij neke,
Qamişloka minê!
4.
Vê sibehê,
Min xwe amade dikir
Da ku peyama bêrîkirinê
ji te re binivîsînim......
lê peyama te
berî ku dest pê bikim
gihîşt min!
5.
Rêça me dûr e, nelezîne!
Karwanê bîranînan rêberê me ye,
nelezîne!
Ka em xwe bigihîjînin dawiya şevê,
Ez ê ji te re bibêjim ji te hez dikim,
nelezîne!
Ji bayê ku li hinarikên te dixîne
didexisim...
6.
Ji navê mirinê dema ku nêzî te dibe
didexisim...
Ji rengan dema ku ne rengê çavên te bin,
didexisim...
Ji welatan dema ku ne tu bî,
didexisim...
Û ji bajaran dema ku ne Qamişloka min be,
didexisim!
Azadiya Welat, 03.01.2014


