Diyarname
Îro li Otoparka Şaredariya Sêrtê bombe teqiya. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak li ser teqînê daxuyaniyeke da û got: "Dixwazin me bitirsînin. Tu tiştekî nikare pêşî li xizmeta ku emê ji bo Sêrtê bikin bigire."
Piştî ku Selîm Sadak ji DTP'ê de vê hilbijartinê de bi ser ket bi çendekî paşê agir bi arşîva Şaredariya Sêrtê ket û arşîva ku hatibû girtin şewitî. Îro jî bûyereke din qewimî: Li otoparka şaredariyê teqîneke di qutiya çopê de pêk hat. Di teqînê de bi kesî tiştek nebû lê xisar li erebeyên Şaredariya Sêrtê ket.
Li ser teqînê Şaredar Sadak daxuyaniyeke da û got: "Ez ne bawer im ji ber çop bi ser hev de eciqiye teqîn pêk hatibe. Îhtîmaleke mezin ev teqîn satobaj e. Teqîn bi dengek mezin bû ku tesîr li mirovan bike, bi ya min dixwazin me bitirsînin. Ev daxwaza tirsandina şaredar û xebatkarên şaredariyê ye. Heta niha me gelek tiştê wisa li dû xwe hiştin. Tu kesek nikare pêşî li xebata me ya ji bo Sêrtê û sêrtiyan bigire."