Xalîçeyeke balkêş. Keçikek pêsîrekê wê çîp tazî û extiyarekî sermilê wê maçî dike. Ev wêneyek e ku li ser xalîçeyê hatiye neqişkirin. Hem jî li Îranê. Hûn şaş dibin an nabin hûn bi kêfa xwe ne, lê xalîçe gelek balkêş e. Wênekêş Enver Ozkahraman di gera xwe ya li Îranê de ev kişandiye û di malpera Yuksekovahaber.com de tevî vê nivîsê pêşkêş kiriye:
"Ev wêne şaheserek e. Wêne li ser xaliçeyê hatiye neqişkirin. Bawer bin li Îranê wekî vê hûn dikarin gelek tabloyan bibînin. Ev xalîçe li Îranê têne çêkirin lê gelo kîjan egîd dikare li cem me van bigire û li mala xwe bidaliqîne?"
Ji ber balkêşiya wê em wêneyê digire nav beşa Foto-nûçeyên xwe û pêşkêşî we dikin.


