Edîb POLAT
Mamosteyek kurd ji aliyê Anatoliyê ve were welatê kurdan, li gundekî êzîdiyan leqay keçek xweşik a êzidî bibe dê çi were ser? Kesayetiya wî, giyana wî û di dawiyê de jî jiyana wî dê têkeve çi halî?
Romana nivîskar Îlhamî Sîdar a bi navê “Rê” maceraya mamosteyek tirk vedirêse. Wekî tê zanîn Îlhamî Sîdar kurd e, lê bi tirkî helbestan û romanan dinivîse. Mijara romanên wî jiyan û dîroka kurdan e. Ew cara pêşî bi romana xwe ya bi navê “Bedirxan-Vegotinek ji Herêma Cûdî” hat nasîn. Piştre “Melayket jî Dimirin”, “Çiyayî” û niha jî “Rê”.
Romana nivîskêr ya dawî bi qeyrana giyanekê dest pê dike. Wekî mirovek ku mêjiyê wî bi cizbê ketibe, bi rojan bi xwe re diaxife. Dilê wî sero bino dibe, diçe bin darekê, pişta xwe dide koka wê û berê xwe dide ezmanan. Dengin tên ji xeybê, dest bi axaftina bi xwe re dike.
Û diweste, dibêje, “Ez pîr dibim!” Belê di encamê de digihîje vê yekê: “Kal dibim ez.”
Tê zanîn roman ji dawiyê ve dest pê dike, hin bûyer derbas kirine û ev mamoste niha êdî di qeyranê de ye. Her du beşên ewil wiha didomin. Piştre mirov dibîne ku, qehremanê romanê ji bajarekî dûr yê Anatoliyê li “Trêna Qurtelan”ê siwar dibe û dikeve rê. Belê, rê wiha dest pê dike û navê xwe li romanê dike ev serpêhatî. Qehreman, ango nivîskêr beriya 12 Rezberê mamoste ye, tayîna wî derketiye gundekî Misircê yê êzidiyan. Bi gotina wî ew diçe ku giyanê xwe biceribîne. Heta wê gavê wî kurdan an êzidiyên kurd nas nekiriye, tenê di pirtûkek Pûşkîn de (Rêwîtiya Erzeromê) navê êzidiyan bihîstiye. Mamosteyê “Şoreşker” ku haya wî ji bûyerên siyasî yê welêt heye, dema şagirt bûye hevaltiya wî bi xortên kurd re hebûye. Li Misircê tesîra ereban heye, wan kurdan bi xwe ve girê daye, ew û kurdên misilman ji wî gundê êzidiyan hez nakin, dibêjin ew mirovan dikujin. Nivîskêr di vir de qala kurdan dike, gelek bi felsefîk û kûr wan dinase, mirov fam dike ku kurdan nûh nas nake, berê jî der heqê wan de gelekî agahdar e. Ev wekî nakokiya romanê dikare were nirxandin. (Ji aliyekî de dibêje qehreman kurdan bi gundê Hamdûna yê êzidiyan nas dike…) Gundê der û dorê, gelê Misircê ji Hamdûna pir ditirsin, dibêjin “Ew gundê êzidiyan e, neçin wir ha! Ew Şeytên dihebînin ha!”
Mamoste piştî ku diçe wir dibîne ku êzidî ne ew kes in ku mirov ji wan bitirse. Mamoste li wir Mîrze nas dike. Mîrze mirovek gundî ye ku piştre hîn dibe keçek wî ya xweşik heye bi navê Hezarê. Tiştê balkêş ew e ku mamoste li wî gundî piştî bi cih dibe bi navê Muavî şêxek êzidiyan nas dike ku ew gelek bandor li ser mamoste dihêle. Muavî mirovek kûr e, alim e, zana ye û sosyal e. Bi dîroka êzidiyan dizane, rastiya wan ji mamoste re dibêje, qala Melekê Tawis û Şêx Addî mezinê vê olê, têkiliya wan a bi zerduştiyan re dike.
Rojekê deriyê wî ji nişke ve vedibe, Mîrza û keça xwe dikevin hundir. Keçika bi navê Hezar û mamoste gava cara ewil li hev dinêrin birûskek di dilê mamoste de vêdikeve û ew aşiq dibe. Lê eşqek çawa lê dide mirov piştre fam dike, hemî jiyana wî diguhere. Hezar caran derdikeve pacê, ew li hev dinêrin û tê zanîn hêdî hêdî hev dişewitînin, heta Hezar rojekê bi dizîka dikeve nava mala mamoste. Hestên wan ew roj wekî gulekê vedikin, bêhna wan li hev tesîr dike. Mamoste dixwaze jê bireve, xwe digihîne Muavî mijarên felsefîk pê re nîqaş dike, serê xwe diêşîne bi Ahura Mazda û ola Zerdeşt. Lê nikare ji evîna Hezarê bireve, nikare xwe ji hestên wê evînê rizgar bike. Û rojekê…
Dema ku bawer dike Hezarê ji bîr kiriye de, ew dîsa ji nişke ve dertê hemberî wî. Xwe tazî dike, hemû xweşikiya xwe bêsînor teslîmê wî dike. Mamoste eşîrên kurdan nas dike, kurê Cemîlê Çeto bala wî dikşîne.
Bihevrebûna wan Hezar ditirsîne, ji ber ku her du gunehek kebîr dikin, bi hev re direvin. Rê wiha didome… Mamoste dikeve riya evînê, dibe rêwiyê dilsojiyê. Heta li Misircê ji aliyê komek mirovan ve ew tên girtin. Wan rojan “Telebe” hebûn, ango Şoreşker. Du şoreşkerên birîndar ji aliyê Maviye ve xwe li mala wî diqelibînin.
Piştî mamoste û Hezar bi hev re direvin, tên girtin û bi zora gel û kevneşopiya kurdan dizewucin. Lê ev zewac wekî mînakên din yên bûyerên bi vî rengî bextewariyê ji wan re nayne.
Çend têbinî ji bo vê romanê:
Zimanê wê herikbar û helbestî ye. Ev jî wekî romanên din yên Sîdar, bêhtir aliyê helbestvaniya nivîskêr derdixe pêş. Di hin beşan de mirov dikare bêje ku hemû nivîs helbest in. Siyaset jî heye, bûyerên niha, yên beriya 12 Rezberê, jiyana kurdan û kurdên êzidî li pêş e. Tiştên felsefîk, gotinen siyasî mirov dikare bêje xwendevan diwestînin, carcarna jî mijarê difetisînin, lê herikbariya romanê nasekinîn.
Romana “Rê” bixwînin, ji ber ku beşek jiyana kurdan bi tirkî xweş vedibêje. Tiştên ku hûn dê jê hîn bibin gelek in.
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: