Diyarname
Di tûra duyem a hilbijartina rêveberiyên herêmî ya li Fransayê de Partiya Sosyalîst zora desthilatdariyê bir.
Li gor encamên ne fermî di hilbijartinê de li bajarên mezin tenê li Marsilyayê partiya Serokomar Nicolas Sarkozy Tevgera Gel (UMP) bi ser ket û di bajarên din de têk çû. Bi giştî di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst sedî 58, UMP'ê jî sedî 42 deng bi dest xistin.
Li Strasbourgê UMP têk çû û Partiya Sosyalîst şaredarî bi dest xist. Dîsa li bajarên mezin wekî Caen, Amiens, Reims, Metz û Perigueux jî Partiya Sosyalîst bi ser ket ku ev bajar berî hilbijartinê di destê UMP'ê de bûn.
Paytext Paris û Lyon ku berê jî di destê Partiya Sosyalîst de bû, vê partiyê careke din di van bajaran de bi ser ket.
Li gor nirxandinên li Fransayê hilbijêran bi vê hilbijartinê ceza daye Serokomar Nicolas Sarkozy.
Her wiha hin berendamên ji Tirkiyeyê jî bi ser ketin û bûn endamên meclisên şaredariyan.
Digel vê serketinê jî di nava Partiya Sosyalîst de pirsgirêka serokatiyê didome ku ev yek dê hilbijartinê giştî de zorê li wan bike ger heta wê demê pirsgirêka xwe çareser nekin û berendamekî baş dernexin.


