Diyarname
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) hejmara nifûsa niha, ya sala 2030. 2050 û 2100'î eşkere kir.
Li gor rapora nû ya UNFPA'yê ji 15'ê sermawezê ve êdî nifûsa dinyayê gihîştiye 8 mîlyan kesî.
UNFPA'yê ragihand ku di sala 2030 de dê nifûsa dinyay^ederkeve 8,5 mîlyarî, di sala 2050'î de bibe 9,7 mîlyar û di sala 2100'î de jî bibe 10,4 mîlyar kes.
Rapor ragidihîne ku ji sala 1970'yî heta sala 2020'î yekem car leza zêdebûna nifûsê daketiye bin sedî 1'ê (salane). Di 12 salan de nifûsa dinyayê ji 7'an derbasî 8 mîlyarî bû. Ji bo bigihîje 9 mîlyarî 14,5 sal divên ku texmîn ew e di sala 2037'an de bibe 9 mîlyar kes.
Çend kîteyên din:
- Li başûrê Ewropayê û li Rojhilatê Asyayê nifûs kêm dibe.
- Li welatên dahatûya wan kêm e, yan jî di asta navîn de ye herî zêde nifûs pêş ketiye. Di mîlyarek sedî 75 ji wan, sedî 25'ê din ji welatên pêşketî hatiye.
- Nîvê ev mîlyara ku zêde bûye ji Asyayê tê.
- Îsal dê nifûsa Çînê kêm bibe, di sala 2023'yan de dê Hindistan bibe welatê herî qelebalix.


