Diyarname
Hunermenda navdar Madonna li eyaleta New Yorkê li Bridgehampktonê ji hespê ket û bi sivîkî birîndar bû.
Li gor nûçeya CNN'ê rayedarên şîrketa Warner Brosê gotine ku popkara navdar piştî ku siwarê hespê bûye, hesp ji flaşa wênekêjê rojnamegeran veciniqiye, Modanna ji hespê ketiye û bi sivîkî birîndar bûye.
Hate gotin ku rojnameger ji nişke ve derketine holê, wêne kişandine hesp loma veciniqiye.
Madonna li nexweşxaneyeke nêzî New Yorkê hate dermankirin û ew şandin mala wê.
Stranbêja navdar di sala 2005'an de jî dema li Îngilistanê di dema 47'emîn rojbûna xwe de siwarê hespê bûbû ji hespê ketibû û birîndar bûbû.
Madonna îsal di 4'ê tîrmehê de dê ji Londonê dest bi tûrneya xwe ya Ewropayê bike.