Diyarname
Partiya Komarparêzan duh li hev civiya û bi awayekî fermî Serokdewletê DYA'yê yê niha Donald Trump ji bo carek din wekî berendam nîşan da.
Civîna Komarparêzan ku 4 rojan dê bidome duh li bajarê Charlotte ya eyaleta Bakurê Carolina dest pê kir. Roja pêşî dengdayîn çêbû û Trump ji bo hilbijartina 59'emîn serokdewletê DYA'yê hat destnîşankirin.
Li gor bernameyê Trump roja pêncşemê (27'ê mehê) dê ji Qesra Spî li ser berendamtiya xwe biaxive.
Ji bo cîgiriya Trump jî cîgirê wî yê niha Mike Pence duyemîn car wekî berendam hat nîşandayîn.
Li DYA'yê Partiya Demokratan 18'ê mehê Joe Biden wekî berendam nîşandayîn.
Hilbijartina Serokdewletî ya DYA'yê îsal dê 3'yê sermawezê de li dar bikeve. Li gor anketa niha Biden li pêş dixuye.


