Ûrmiye
Pirtûka Mehmed Uzun "Bîra Qederê" ji aliyê nivîskarê kurd Aras Osmaniyan ve ji kurdî ji bo farisî hat wergerandin û pirtûk gihîşt ber destê xwendevanan. Pirtûk bi farisî wekî "Çahê Sernêvêşt" hat wergerandin.
Di meha gulanê de li Navenda Çandî ya Ciwanan a Urmiyê merasimek ji bo pirtûk hati lidarxistin. Pirtûka hatiye wergerandin û çapkirin di vê merasimê de hat pêşkêş kirin û kesên xwest nivîskar û werger Aras Osmaninayn "Bîra Qederê" ya bi farisî ji bo wan îmze kir. Di merasimê de gelek nivîskar û çalakvanên çandî jî amade bûn.
Di merasimê de nivîskarê kurd Seyîd Feysel Moctevî axivî, sipasiya nivîskar Osmaniyan kir ku ev berhem wergerandiye farisî. Moctevî bal kişand ser kesayeta Mîr Celadet Bedirxan jî û got: “Celadet Bedirxan di dema ku her kes ji xebat û têkoşînê vekişiya, bi awayekî çalak têkoşîna xwe domand. Di wan şert û mercên herî zehmet de dest ji armanc û têkoşîna xwe berneda.”
Di merasimê de her wiha behsa têkoşîn û jiyana nivîskar Uzun jî hat kirin.
Rojnews