Diyarname
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Berlîna Almanyayê nûneriya xwe vekir û Sîpan Îbrahîm wekî nûner peywirdar kir.
Îro li paytexta Almanya Berlînê nûnerî vebû. Berpirsa Têkiliyên Derve yê Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed, siyasetmedarên kurd, nûnerê YNK'ê Siyamend Harîkî, endamê KNK'ê Yilmaz Gunay, nûnerên partiyên siyayî yên Rojava, mebûsên alman û endamên saziyên sivîl beşdarî vekirinê bûn.
Di vekirinê de Sîpan Îbrahîm axivî û got: "Ji bo ligel dewleta Almanyayê têkiliyên dîplomatîk bi rê ve bibin û pêşketinên li Rojava ragihînin gelê Almanyayê me ofîseke wisa vekir. Emê hewl bidin têkiliyeke baş di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê û Almanyayê çêbibe. Emê qeyrana li Sûriyê, rewşa penaberan û mijarên din ragihînin."
Rêveberiya Rojava pêşî li Moskova, dûre li Stockholm û niha jî li Berlînê ofîsa xwe vekir. YPJ'ê jî li Praga Komara Çek ofîs vekiribû. Rêvberiya Rojava ragihand ku dê li Paris, Kopenhang û Washingtonê jî nûnerî veke.


