Batman
Li Batmanê 1'emîn Rojên Şanoyê ku di 22'yê mehê de dest pê kiribûn didomin. Temaşevanan eleqeyeke baş nîşanî Rojên Şanoyê da.
Di çarçoveya 1'êmîn Rojên Şanoyê yên Batmanê li Salona Sînemaya Yilmaz Guney bi kurdî û tirkî lîstikên şanoyê hatin pêşkêş kirin. Rojên Şanoyê 28'ê mehê wê bi dawî bibin. Di vê çarçoveyê de lîstika binavê "Şîret" Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê, "Fahreniat 451" a Bizim Tiyatro, lîstika "Civak" Koma Jinên Azad a Navenda Çanda Biharê, lîstika "İhbarci" (Sîxur) a Salona Sanat Tiyatrosu hatin lîstin.
Temaşevanan eleqeyeke baş nîşanî lîstikan da.