Diyarname
Li Tirkiyeyê hema bibêje li her derê, hema bibêje her kes piştî cixareyê dikişîne boçika cixareyê diavêje erdê. Li Tirkiyeyê ji bo vê yekê tu ceza nîn e lê li Portekîzê ev yek sedema cezayê ye.
Li Portekîzê roja 19'ê vê mehê biryarek hat girtin û hat gotin ku yên ku boçika cixareya xwe biavêje erdê dê bi 25 Euro heta 250 Euro bê cezakirin. Biryar meha pêşiya me dê bikeve jiyanê.
Bi zagona nû ne tenê kuçe, dikin ku plaj, qeraxên çeman û parkan jî ji boçikên cixareyan paqij bikin.
Tê gotin ku li temamê Portekîzê di her deqîqeyek de 7 hezar boçikên cixareyê diavêjin erdê.