Diyarname
Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdî li Mûsilê dema nûçe dişopand di encama teqînek de jiyana xwe ji dest da.
Rûdawê piştî bûyerê agahiyek wisa weşand: "Îro roja şemiyê 25.02.2017 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû."
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser wefata Gerdî peyamek sersaxiyê weşand.