Diyarname
Gelê Kobanî ev çend roj in li ser sînorê navbera Kobîn û Pirsûsê de nobetê digire. Serê sibê polîsên dewleta Tirkiyeyê bi gule û bi TOMA'yan êrîşê gel kir. Di êrîşê de 9 kes di encama guleyan de, 80 kes jî ji ber gaza ji TOMA'yê avêtin birîndar bûn.
Li gor nûçeya ANHA'yê ji ciwanên birîndar bûyî 2 ciwan mirin. Yek ji wan navê wî Bozan Hecî ê 17 salî ye. Navê yê din hê zelal nebûye.
Gelê Kobanî li hemberî vê êrîşa dewleta Tirkiyeyê li ber xwe dide û nahêle ku leşker bikevin axa Kobanê û dîwar ava bikin.
...her ku nûçeyên nû bê emê lê zêde bikin...