Diyarname
Îro Newroz e, roja kurdan e. Di heman demê de roja hevdîtina keç û xortan e. Destpêkek e. Destpêka jiyana nû ye. Di vê rojê de em fîlmê "Mem û Zîn"ê derdixin pêş û pêşniyara we dikin.
Fîlm di sala 1991'ê de ji aliyê Umît Elçî ve hatiye kişandin. Ji berhema Ehmedê Xanî "Mem û Zîn"ê hatiye girtin û li fîlm anîne. Di fîlm de Apê Mûsayê (Musa Anter) kurdan jî heye ku jixwe fîlm bi vegotina wî dest pê dike. Serlîstikvaniya fîlm Meltem Doganay û Yalçin Dumer kirine, kesên wekî Halil Ergun û Fusun Demîrel jî têde cih girtine.
KUNYE:
Derhêner: Umît ELÇÎ
Muzîk: Mazlum Çîmen, xwendina stranan: Nilufer AKBAL, Firat BAŞKALE
Derhênerê Dîmenê: Salih DİKİŞÇİ
Lîstikvan: Meltem DOĞANAY, Yalçin DUMER, Eser GİRAY, Levent GUNER, Betul ARIM, Halil ERGUN, Fusun DEMÎREL
Vegotin: Musa ANTER
Sazkar: S. Kadir YILMAZ
C&P: Ali Riza OZKAN - Global Filmcilik