NAVENDA NÛÇEYAN
Akademîsyenên ku li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê bi serenavê "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" weşandin û bûn hedefa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, danezaneke nû ji 4 xalan pêk tê amade kirin. Di danezanê wiha gotin: "Rejima Erdogan nikare welatiyên xwe yên kurd bikuje, zilmê li wan bike, rûmeta wan bişkîne û binpê bike, cenazeyên wan nikare li pişt wesayîtên zirxî kaş bike, bajarên wan xira bike."
Danezan ji aliyê Hewldana Azadiya ji bo Ramanê ya Enqereyê ve hat amadekirin û heman akademîsyenan danezan îmze kirin. Prof. Dr. Baskin Oran di bernameyeke radyoyê de ev eşkere kir û xalên vê danezanên pêşkêş kirin.
Her 4 xalên danezanê bi vî rengî ne:
"1- Rejima Erdogan, bi hinceta tevlîheviya ku bi xwe afirandiye, nikare zexta ne kêmî Derbeya 12'ê Rezberê li akademîsyenên xwedî nêrînên li derveyî îdeolojiya fermî û tevahiya gelê tirk bike.
2- Xendek û bend ne sedema tevliheviya roja îro ne. Encama bicihneanîna sozên di sala 1919'an ên ji bo kurdan hatibûn dayîn, şikestina ji ber xirakirina maseya muzakereyê û zexta li ser serê kurdan a ku tu carî kêm nebûye.
3- Rejima Erdogan nabe ku van ji xwe re bike hincet û welatiyên kurd bikuje, zilmê li wan bike, rûmeta wan binpê bike, cenazeyên wan li pişt maşînên zirxî girê bide û bi erdê re kaş bike û bajarên wan hilweşîne.
4- PKK jî, nabe ku di têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkaya tunekirina kurdan de ber bi şîdeta kor ve biçe, nabe ku zirarê bide sivîlan, nabe ku gelê xwe bêçare bihêle û firsendê bide desthilatdariyê ku hîn bêhtir zextê bike."
**
Nûçeya eleqedar:
- Dengvedana daxuyaniya akademîsyenan: Hem piştgirî, hem lêpirsîn