Diyarname
Di doza Şaredara Geverê ya berê Rûken Yetîşkîn de dadgehê daxwaza wê ya parastina bi kurdî qebûl kir. Yetîşkir bi kurdî parastina xwe kir.
Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn ku ji peywirê hatiye girtin, ji ber ku di dema şaredariya xwe de, dema ku dar şandibûn de axaftineke kiribû. Dadgeh Cezaya Silhê ya Geverê darizandina Yetîşkîn pêk anî. Şaredara berê Yetîşkîn xwest bi kurdî parastina xwe bike û dadgehê jî ev yek qebûl kir û mubaşîr wekî wergêr tayîn kir.
Yetîşkîn di parastina xwe ya bi k urdî de diyar kir ku beşdarî çandina daran bûye û wisa got: "Ev xebat li Geverê di çarçoveya çandina mîlyonek daran de hat kirin. Di axaftina xwe ya ku min li vê derê de kir de min qet pesnê sûc û sûcdaran nedaye. Ez van sûcdariyan qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim."
Dadgehê ji bo ewraqên kêm bên temam kirin heta doz 26'ê berfanbara 2011'an bi paş ve avêt.
Parêzerê Yetîşkîn parêzer Salih Akbulut biryara dadgehê ku parastina bi kurdî qebûl kir bi awayekî erênî nirxand.