Diyarname
Lîstima DairoFo ku ji aliyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ve bi kurdî hatiye lîstin piştî Stenbolê derdikeve tûrneyê.
Lîstik ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û derhêneriya wê Nazmî Kahraman kiriye. Lîstikvan Rûgeş Kirici, Omer Şahin, Sakîne Jîr û Cîhad Ekîncî di lîstikê de dilîzin. Di çarçoveya tûrneyê de lîstik 8 û 9'ê mehê dê li Salona Şano ya Mencel a Wanê bilîze. Paşê di 12'yê mehê de li Batmanê li Salona Konferansê ya Tahir Elçî derkeve pêşberî temaşevanan. Dûre di 13 û 14'ê mehê de jî li Şanoya Bajêr a Amedê derkeve ser dikê.


