Diyarname
Li herêma Tonkşu ya eyaleta Henan a Çînê peykerek rêberê Çînê ye şoreşger Mao Zedung bi 37 metreyî bilind, ji zêr pêçandî çêkirin. Peyker meha dawî ya sala 2015'an temam bûbû, lê 5'ê vê mehê hatibû vekirin, lê bi ser re çend roj derbas nebûn ji ber "bêyê ji rayedaran destûr bê girtin hatiye çêkirin" hat xirakirin. Peyker ji cihê hatibû danîn hat daxistin.
Mao Zedung avakarê Partiya Komunîst a Çînê û avakarê Komara Gel a Çînê ye. Zedung bi dehan salan ji bo Çînê têkoşîn da û di dawiyê de Komar ava kir. Piştî mirina wî li Çînê gelek nîqaş çêbûn lê hê giraniya wî li Çînê heye. Niha çîniyan peykerek wî çêkirin lê ne peykerek ji rêzê, peykerek ji zêr pêçayî. Peykarê ku di 9 mehan de hatiye çêkirin bi 460 hezar dolarî bûye mal. Dibêjin karsazên Henanê bi pereyên dane hev pêşengiya çêkirina peykerek wisa kirine.
Mao Zedung di jiyana xwe de ji îsrafê dûr bû ku her qala çîroka "heman pêlav bi salan dikir lingên xwe" tê kirin. Lê niha peykera wî ji zêr çêkirin. Di qada tora civakî de ev yek bû meseleya nîqaşê. Di rojên pêşî yên salê de peyker hat vekirin û bi vê re hem Mao hem meseleya mesrefa çêkirina peykerek wisa kete rojeva Çînê. Û di dawiyê de piştî vekirina peyker bi du rojan bi îdîaya "ji rayedaran destûn nehatiye girtin û hatiye vekirin" peyker hat daxistin.


