Diyarname
Erebeya fermî ya Şaredariya Serê a Wanê qulibî. Cîgirea Hevserokên Şaredariya Qelqelî Elif Yigi û 2 jinên endamên meclisa şaredariyê ku di erebeyê de bûn birîndar bûn.
Erebeya fermî ya aîdê Şaredariya Serê a Wanê ya bi plakaya 65 HA 303 îro saet dor 15.00'an li ser rêya Serê-Wanê di 12'emîn kîlometre de ji ber ku baran barî bû û rê şemitok bû, ajokar serdestiya xwe winda kir û erebe qulibî. Cîgira Hevserokên Qelqelî Elif Yigit, endama Meclisa Şaredariya Qelqelî Hamdiye Çiftçi û endama Şaredariya Serê Sakine Kutpinar û ajokar Ekrem Yucel birîndar bûn. Tam di wê demê de bi tesadufî ambulansek ji wir derbas dibû û di cih de ew rakirin nexweşxaneya Wan Egitim Araştirmayê. Rewşa her çar kesan jî baş e.
Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, Hevşaredarên Qelqelî Şerafettin Ozalp û Handan Bagci, Hevşaredarên Serê Abdulkerim Çalışkan û Zilan Aldatmaz çûn serdana birîndaran.


