Diyarname
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser rojnameger û aktîvîst Pexşan Ezîzî daxuyanî da çapemeniyê û xwest dawî li bêedaletiya li hemberî wê bê.
Dadgeha Dewleta Îranê roja 23’yê tîrmeha 2024'an bi îdiaya “Endamtiya komên li dijî hikumeta îslamî serhildana çekdarî dane destpêkirin û pêşengên wê tev li serhildanê bûye” cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî.
Li hemberî vê yekê her du saziyan li avahiya DFG’ê daxuyanî da çepemeniyê.
'JI BER SERÎ NETEWANDIYE CEZA DANE WÊ'
Seroka MKG’ê Roza Metîna daxuyanî xwend: “Rejîma Îranê cezayê îdamê li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî birî. Rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî her tim ji bo parastina mafên jinan û ji bo azadiya gelên bindest li ber xwe daye. Wê bi zanista ‘azadiya jinan azadiya civakê ye’ pênûsa xwe hilgirtiye û li ber xwe daye. Ji ber ku serî netewandiye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê îdamê lê hatiye birîn."
'DEST JI VÊ DERHIQÛQÎ BERDIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Îranê her tim bi polîtîkayên xwe yên yekperest, qirker û bi polîtîkayên dijminatiya jinê dikin, xwestiye her kesên azadîxwaz, têkoşer û civakê çavtirsandî bike û wisa dom kir: "Dixwaza bi cezayê darvekirinê rê li ber ragihandina azad û daxwazên jiyaneke azad û wekhev bigire. Em jî wekî kedkarên çapemeniya azad li dijî biryara darvekirina jina kurd û rojnameger Pexşan Ezîzî nerazîbûna xwe tînin ziman. Em dibêjin divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were. Divê her kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovan in bibin dengê Pexşan Ezîzî. Em bang li hemû kesên azadîxwaz, çapemeniya demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ên navneteweyî û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqî û îşkenceya ji aliyê rejîma Îranê ve li Pexşan Ezîzî tê kirin, dengê xwe bilind bikin. Di şexsê Pexşan Ezîzî de êrişek li dijî nasnameya jinan û azadiya jin û civakê heye. Em li dijî vê yekê bang dikin ku her kes dengê xwe bilind bike.”