Diyarname
Li Sûra Amedê bi navê "Kirklar Meclîsî" (Meclisa Çilan) ku di nav de nûnerên cemaeta îslamî, ermen, keldanî, suryanî, elewî, endamê Kongreya Îslama Demokratîk, Komeleya Alimên Ola Amedê, Tevgera Azadî û nûnerên gelek derdoran hene îro li Amedê hatin ba hev û daxiyaniyek dan. Meclisê got "Bajaroka qedîm Sûr ku li Amedê bi hezaran salan e lê jiyan didome niha bi biryara qedexeya derketina kuçeyan re rû bi rû ye. Li Sûrê jiyan hatiye rawestandin. Çand, nasname, ziman, dîrok, tûrîzm, ticaret; bi kurtahî çi tiştê aîdê mirovan heye bi tehdîdê re rû bi rû ye."
Wan gotiye ew banga lezgîn dikin, "êdî bes e" dibêjin û gotine:: "Bila derketina kuçeyan a li bajaroka me Sûrê bi temamî bê rakirin. Me ku ji nav meclisa xwe heyetek hilbijartiye emê di serî de ligel Serokomar, Meclisa Tirkiyeyê, Sewokwezîr, Wezîr, Rêveberên Partiyên Siyasî, Nûneriya UNESCO ya Tirkiyeyê û ligel şexsiyên Amedê yên hatine hilbijartin û hatine tayînkirin hevdîtinan pêk bînin."
Heyeta ku ji nav "Kirlar Meclîsî" hat hilbijartin piştî daxuyaniyê dest bi hevdîtinan kir. Heyet çû avahiya Serokatiya AKP'ê ya Amedê. Li ser navê heyetê nivîskar Şeyhmus Diken li wir axivî û daxwaza heyetê anî ziman.


