AMÛDÊ
Meclisa Zagonasaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, qanûna hilbijartinan erê kir.
Meclisa Zagonasaz a Herêma Cizîrê roja 10'ê mehê rûniştina xwe ya 6’emîn pêk anî. Di rûniştina ku Hevserokên Meclisê Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê, endamên dîwana meclisê Perwîn Mihemed, Ekrem Mehşûş, Ebilkerîm Siko beşdar bûn de, paşûnameya qanûna hilbijartinan hate gotûbêjkirin.
Di dawiya gotûbêjan de û piştî ku hin guhertin hatin kirin, paşûname wekî qanûn hate erêkirin.
Her wiha beşdarên civînê mijara hilbijartinên Kantona Cizîrê gotûbêj kirin û bi piraniya dengan biryara paşxistina dema hilbijartinan ji bo 4 mehan hat girtin.
Karûbarên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan û amadekariyên wê yên ji bo hilbijartinan hê jî bi dawî nebûye û ji ber vê dema hilbijartinan hate paşxistin.
Meclis ji bo nirxandina zagona komeleyan û saziyan jî wê roja 17’ê gulanê bicive.