Cemil Oguz
Bernameya 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê eşkere bû. Di festîvalê de filmên kurdan jî hene.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunera Stenblê (İKSV) ve tê li dar xistin îsal 28'emin car li dar dikeve. Ji bo eşkerekirina bernameya festîvalê li Salona Sînemayê ya Emekê şeveke hate li dar xistin. Di şevê de Serokê İKSV'ê Şakir Eczacibaşi li ser festîvalê agahî dan û dure wisa got: "Kesên jiyana xwe ji dest dane emê wan bibîr biînin. Yek ji wan jî Elia Kazan e. Kazan, 20 sal berê li vê derê ji bo sarsura li ser festîvalê bê rakirin meşiya û sansur rabû. Di 100'emin rojbûna wî de bi fîlmên wî em wî bibîr tînin."
Di festîvalê de xelata Konseya Ewropayê ya Sînemayê FACE jî tê dayîn. Ji nav fîlmên di beşa "Li sînemayê mafên mirovan" dê fîlmekî bibe xwediyê FACE'yê. Ateşeya Têkiliyê ya Konseya Ewropayê Michele Becker-Daniel li ser vê yekê axivî û got: "Konseya Ewropayê ku di sala 2009'an de 60'emîn sala xwe pîroz dike, ev sê sal in tevî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Pêşbaziya Li Sînemayê Mafên Mirovan li dar dixe. Xelata FACE, ji bo fîlmek ku mafên mirovan, demokrasî û dewleta hiqûqî diparêze ku ev rêgezên bingehîn ên Konseya Ewropayê ne tê pêşkêş kirin. Konseya Ewropayê di heman demê de li hemberû cudaxwazî kampanyayeke jî dide dest pê kirin. Fîlmê 'Hûn bi xêr hatin' ên di şeva vekirina festîvalê de jî xebateke li ser vê rewşê ye."
Festîvala ku 3'ê avrêlê dê bi merasimeke li Salona Kongre û Pêşangehê ya Lutfu Kirdan dest pê bike, wê heta 19'ê avrêlê li dar be. Fîlmê dê li salonên li Beyogluyê li salonên Emek, Atlas, Beyoglu, Yeni Ruya, Pera Muzesi û li Kadikoyê li Rexxê û dawiya hefteyan jî li Nişantaşı CityLife Cinemayê bêne nîşandayîn. Buhaya bilêtan wekî par tam 10 TL, yê buha hatine kêmkirin bi 7 TL, galayên Akbankê 15 TL û buhaya fîlmên seansên nav rojê jî dê bi 3,50 TL'yî bêne firotin.
Festîval îsal "Xelata Rûmetê ya Sînemayê" dide rexnegir, arşîvkar, nivîskar Agâh Ozguç; lîstikvan Hale Soygazi û derhêner Erdogan Tokatli.
Fîlm dest davêjin Laleya Zêrîn
Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de 12 fîlm, di beşa Neteweyî de jî 14 fîlm ên bi navê “Başka Semtin Çocuklari” (Aydin Bulut), “Uzak İhtimal “ (Mahmut Fazil Coşkun), “Hayatın Tuzu” (Murat Duzgunoglu), “Kara Kopekler Havlarken” (Mehmet Bahadir Er - Maryna Gorbach), “Hayat Var” (Reha Erdem), “11’e 10 Kala” (Pelin Esme), “İki Çizgi” (Selim Evci), “Sut” (Semih Kaplanoglu), “Vicdan” (Erden Kiral), “Koprudekiler” (Asli Ozge), “Ali’nin Sekiz Gunu” (Cemal Şan), “Mommo” (Atalay Taşdiken), “Pandora’nin Kutusu” (Yeşim Ustaoglu” û “Golgesizler” (Umit Unal) dê bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Her wiha digel xelatên Lîstikvanê/a Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Herî Serketî îsal di warê Senaryoya Herî Serketî, Derhênerê Dîtbarî yê/a Herî Serketî û Muzîka Herî Serketî de jî elat dê bêne dayîn.
Elia Kazan 100 salî ye
Derhêner, senarîst, romanûsê navdar Elia Kazan ku li Kayseriyê hatibû dinê û di sala 2003'yan de li Amerîkayê jiyana xwe ji dest dabû di 100'emîn rojbûna xwe de tê bibîranîn. Kazan ku di nav fîlmên wî de fîlmên navdar ên wekî “Li Rihtimê”, “Rojhilata Bihuştê”, “Tramvaya Îhtîrasê”, “Viva Zapata!”, “Amerika Amerika” hene, bi "Viva Zapata!"yê di warê Derhênerê Herî Serketî de xelata Oscarê girtibû. Viva Zapata di festîvalê de wê bê nîşandayîn,
Di festîvalê de fîlmên kurdan
Ji sînemaya dinyayê, ji festîvalên dinyayê gelek fîlm têne Stenbolê. Di nav van fîlman de "Şîrîn" ê derhênerê îranî Abbas Kiarostanî, dîsa "Hespê du ling" ê Samira Mexmelbaf, fîlmê hîndî yê Nandita Das "Firaq" jî hene. Her wiha di nav fîlmên ku diyar e dê balê bikişînin de fîlmên kurdan û ên bi kurdî jî hene. Hin ji wan fîllman ku di heman demê de yekemîn car di festîvalê de dê bêne nîşandayîn ev in:
Ji Dêrsimê 'Şewaxî'
Derhêner Kazim Oz ku par bi fîlmê "Bahoz" beşdarî beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Festîvalê bûbû îsal bi belgefîlmê xwe "Şewaxî" li festîvalê ye. Şewaxî ku komek kurdên li Dêrsimê ye, eşîreke koçer e. Belgefîlm li ser jiyana wan a çar demsalan hatiye kişandin. Ew havînan diçin zozanan, payîzan bi sarbûna hewayê re vedigerin cihê xwe.
Kirasê mirinê ku li jinan tê kirin: Hêwîtî
Derêhenar jin a ciwan a kurd Mujde Arslan bi belgefîlma xwe "Kirasê Mirinê: Hêwîtî" beşdarî festîvalê dibe. Arslan di belgefîlm de jiyana Emineya ku di 16 saliya xwe de wekî hêwî bi kurê apê xwe re dizewice disekine. Belgefîlm bi çîroka Emîne, meseleya hêwîtiyê ya li Mêrdinê, bandora wan a li ser jinan pêşkêş dike, balê dikişîne ser hêwîtî û tehdeya li ser jinan.
Fîlmekî salên 90: Pirdesûr
"Pirdesûr" belgefîlmê Caner Canerik e. Canerik rewşa valakirina gundê Pirdesûra Pilumura Dêrsimê ya piştî salên 90'î pêşkêş dike. Li gor reqemên fermî 3 mîlyan mirov ji cih û warên xwe bûn, gund hatin valakinin û yek ji wan jî Pirdesûr e. Belgefîlm zehmetiya pirdesûriyan pêşkêş dike, guherîna nav wan derdixe ser perdeya sipî; jiyan û têkoşîna nîşan dide..
Girtîgeha bi Nimreya 5'an
Heta niha bi gelek cureyî qala Girtîgeha bi Nimreya 5'an a Amedê hate kirin. Vê carê jî Çayan Demirel mijarê digire dest. Demirel ku berê belgefîlmê "38" ê li ser Serhildana Dêrsimê kişandibû vê carê berê kameraya xwe dide Girtîgeha Amedê, di navbera salên 12'ê rebera 1980'yê heta sala 1984'an. Belgefîlm şahidiya bi sedan girtiyên ku mirin, seqek man, di îşkenceyan re hatin derbas kirin. "Serdema Wehşetê" di belgefîlmê "5 Nolu Cezaevi" de yekem car li festîvalê têne nîşandayîn.
'Du ziman, daholek'
Ji Enqereyê derhênerê belgefîlman Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan belgefîlmek kişand "Du ziman, daholek". Belgefîlm li ser mamosteyek tirk ku nû zanîneh xelas bûye û tayîna wî derketiye gundekî dûr ê kurdan e. Fîlm rewşa wî mamosteyî û ew zarokên ku bi tirkî nizanin nîşan dide. Di fîlm de mirov dibe şahidê tenêtiya wî mamosteyî ku ji wê çandê û zimanê dûr e, û pirsgirêka têkiliyê ya bi zarokan û gundiyan re. Piştî salekê hê nû nû mamoste û zarok hev dinasin.
"Hûn bi xêr hatine'
Fîlmê derhêner Philippe Lioret bi fransî, kurdî, farisî û îngilîzî ye. "Hûn bi xêr hatine" çîroka Romeo-Julieta hemdem a du evîndarên ku Behra Manşê dikeve navbera wan pêşkêş dike. Kurdek ji Misûlê Bîlal ji bo bi hevala xwe Mîna ku li Îngilistanê ye re hev bibîne dikeve rêwîtiya sê mehan. Ew digihîje bajarê Calais a Fransayê lê du astengî li pêş hene: Malbata Mîna ku li dijî têkiliya wan dertê û Behra Banşê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.