logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

ÇEWAL

(Li ser dikê,li du ciyan, du zarok bi qumaşê spî hatine nixumandin. Ji zarokan jê yek bi rojnameyan hatiye nixumandin û

  • Dîrok: 04/02/2009
  • Beş: Serbest



 
(LÎSK JI BO ZAROKAN)

 

 

Cîhan Roj
                                                                
1.
(Li ser dikê,li du ciyan, du zarok bi qumaşê spî hatine nixumandin. Ji zarokan jê yek bi rojnameyan hatiye nixumandin û xemilandin. Zaroka din jî bi tevî çend pirtûkan, bi hinek kevir, gul, devî, parçeyek rêxê re di çewalekî de ye. Temaşevan hay ji zarokan nîn in ku kesê di bin qumaşan de ew in. Her du tiştên li erdê dişibin gelek tiştan. Zarok bi wî awayî tên veşartin. Komek zarok dikevin dikê. Bi lez, bi mereq, bi tirs û xof li wan qumaşan dinihêrin. Bi dû re, van gotinan bi awayê muzîkê dibêjin)

- Gelî temaşevanan
We hay jê heye ev çi ne?
Mirî ne an zindî ne?
Raza ne an şiyar in?
Xewnan dibînin an bi xeyal in?
Hûn in hûn kesên mezin;
Hûn in xwedî biryaran,
De ka bêjin ev çi ne
Hûn in hûn kesên biaqil,
Em zarok in hûn mezin
Hûn mezin in em piçûk
De ka bêjin ev çi ne
Em mane li benda we…

(Zarokên komê li her deverê dikê belav dibin û rûdinin. Her carî yek jê dest pê dike û diaxive)

Dîlan:
- Gelo peyva “zarok” çiqas giran e? Bi qasî pelê cixarê yan bi qasî piştiyek daran?
Şîlan:
- De ka bêjin, çi reng e peyva zarok? Sor e, an spî ye, hubrê bi bîr tîne an axê, dibe ku bişibe rengê asîman?
Adar:
- Em dizanin hûn mezin in, meseleyên we yên mezin hene! Hûn dixwazin wan meseleyên mezin ji bo me çareser bikin!

(Li dû van gotinan zarok radibin ser piyan. Dîsa bi awayê muzîkê dibêjin)

- Ew qas mezinahî ne baş e,
De ka hinek bilîzin,
Mîna me bibin zarok,
Tevnên mezin hilweşînin.

Em maçekê dixwazin,
Dengekî sivik,
Welatekî bê teşqele…

(Ji zarokan jê yek ku navê wê Berfîn e mîna hişyarî bide hevalên xwe diaxive)
- Hevalno, em jî mîna temaşevanan ji bo bizanibin (qumaşên li erdê rê dide) ev tişt çi ne hatin vir; me jî gotin dirêj kir. Hûn dizanin gotinên gir, ên dirêj û zarok li hev nakin. Bêdeng bin. Belkî ew tişt candar in. Belkî ji dengan ditirsin. Belkî li benda wexta xwe ne.
(li dû van gotinan zarokên komê dîsa li quncikên dikê belav dibin. Mîna xwe veşêrin bêdeng dimînin. Tîrêj tê temirandin û pêxistin çend caran. Hêdî hêdî tevger bi qumaşekê dikeve. Bi newayekê re zaroka di bin qumaşî de radibe. Bi dengekî bilind dikene. Dû re digirî. Cardin ken, cardin girî. Ber bi temaşavan ve tê û diaxive)
- We mereq kir ez çi tişt im. Ev e, hûn dibînin ez kaxiz im, kaxizên bi hibur. (Deng li xwe bilind dike) Ez nûçe me. Deng im. Agahî me. Tîrêj im. Lê ez ew qas ne paqij im! Wexta ji şiklê xwe dertêm, ji rê avarê dibim malik li we mîrat dikim.
(Ew jî dest pê dike bi awayê muzîkê dibêje)
Ger ez ji rê derneyêm,
Li mala we dibim ken;
Dibim tîrêj û şemal,
Dema we pir xweş dikim.
Lê ku cîhan bi derd be,
Tava heyvê derneyê,
Zarok bimînin birçî,
Dengê şeran qube be,
Wê çaxê ez girî me,
Deman li we reş dikim!
Hûn in hûn kesên mezin!
Çêtir zanin bi her tiştî!
Em zarok in piçûk in,
Hinek lîsk û henek in…
(Zarokên rûniştî jî radibin tên. Giş dengê çûçika çolê bi xwe dixin. Dû re dibêjin)
Dengê çûçika çolê
Wekî dengê dilê me ye
Em hêvî dikin ji we
Gotinên mezin mekin
(Bi dû re bi awayê helbestî dikin qîrîn)
- Em naxwazin bigirîn
Ger em bigirîn wê wêneyê Ehmedê Xanî jî bigirî
Ger em bikenin wê gotinên mezin nemînin ji we re
Ka hinek bi lîsk bin, bi ken û henek
Tevnan bihêlin ji pîrikan re
Bila sivik bin her roj gotinên we
Em dixwazin tîna destên we hîs bikin
Em li benda çavên we yên bi şewl in
Me ramûsin
Me ramûsin
Ramûsan e ya ku hûn bidin me
(Kom dîsa belav dibe. Bêdengî xwe dide der. Vêca jî tevger bi qumaşê din dikeve. Zarokê di hundir çewalî de ye. Hêdî hêdî serê xwe der tîne. Diaxive)
A, ez çewalek im. Wekî vî çewalî. (Ji çewal kevir dertîne, rê temaşevan dide) hûn bixwazin çewal bi kevir dadigirin. (Devî dertîne, rê temaşevanan dide) Hûn bixwazin çewal dikin çewalê deviyan. (Parçeyê rêxê yê hişk dertîne) A, ev jî rêx e. Ger hûn bixwazin çewalê we dibe çewalê rêxê. (Hinek radiweste. Li çavên temaşevanan dinihêre. Bi ken e. Desteyek gul dertîne. Pirtûkan jî dertîne. Gul û pirtûkan pev re rê dide) Ev jî hene, ger hûn bixwazin wê çewalê we bibe çewalê gul û pirtûkan.
(Li dû van gotinan hemî zarok li çepikan didin. Giş pev re ber bi temaşevanan ve tên. Muzîk)
Werine gulan
Gulên me sor in
Bi dengê Zembîlfroş
Em bang bikin her carî
Werine gulên rengîn
Dişibin me zarokan
Bêhna me gelek xweş e
Xwîna me pir şîrîn e
Hûn mezin in em zarok
Me bi jiyanê şa bikin
Dem û dewran pir sar e
Xirabî ne tu kar e
  
2
(Zarok tev de li ser dikê ne. Hinek gotin hilawestî ne. "Zarok pêşeroj in", "Zarok aştî ne", "Zarok kakilên jiyanê ne", "Zarok ne hezkirinê,hurmetê dixwazin", "Gotinên mezin li ber çavên zarokan dişibin daristanên xeybane"…Dîlan diaxive)
- Temaşevanên hêja, hûn wekî nivîskarê vê lîskê mekin, belê, ew nivîskarekî bû. Nivîskariya wî ji bo we mezinan bû. Rojekê şilî dibarî. Wî li wêneyê zarokek kurd dinihêrî. Wêne bandor li wî kir. Wî, mîna deynê xwe bide, ji bo zarokan ev lîsk lê kir. Di nava sê saetan de lê kir. Sal du hezar û neh. Wekî din  tu berhemên wî nîn in ji bo zarokan. Hûn wekî Cîhan Roj nekin. Ji bo deynê xwe bidin, tiştan ji bo me nekin. Em dixwazin bibin parçeyek ji jiyan, biryar û nêziktêdayînên we.
Adar:
- Hûn mezin ji hin gotinan hez nakin. Gotinên li xweşiya me naçin jî hene. Kerem bikin giş pev re guhdarî bikin
(Koro)
Hiş be lawo!
Hiş be keçê!
Tu zarok î hê berxêm,
Ew karê mezinan e!
Wê wext were…
Bi xêr tu jî rojekê…
Hiş be lawo!
Hiş be keçê!
Gotin hê bi te nabe!..

(Dîlan texlîda dayikekê dike.)
Keçê, dest nede televîzyonê. Wî meqesî dayne. Ka raweste, hela hiş be. Ew tişt bi te neketiye. Pirsan meke, tu li ku ev pirs li ku!...
(Hêşar texlîda bavekî dike.)
Bixwîne kurêm, bêyî xwendinê nabe. Hûn bi ya bav dikin û dixwînin. Rojek tê, roja pirsan. We xwendiye û divê hûn pirsan bikin. Bav, bi hêrs e êdî. Kurêm, dev ji wan pirsan berde. Heyat tiştek din e, tu hê zarok î, dibêje.
(Koro)
Kî ji pirsan hez bike
Dilê me bi wî şa ye
Mamosteyan
Dê û bav
Rêber û rêvebiran
Bihêlin
Em pirsan bikin
Pirsên me ne giran in
Hem delal in
Hem bê hesab in
Netirsin ji pirsên me
Belkî hûn hinek bişermin
Hûn mezin in em em zarok
Em piçûk in hûn zana
Bihêlin
Em bipirsin
Peyva em jê hez dikin
Ev e em dikin qîrîn
Jiyan

(Bi awayê helbestxwendinê dom dikin)
Ger em nepirsin
Wê gotinên Zerdeşt servekirî bimînin
Ger em bipirsin hûn nebersivînin
Wê Apê Mûsa bêriya bexçeyê xwe bike.
Bihêlin em pirsan bikin
Pirsên me pir delal in
      
3
(Hemî zarok li ser dikê ne. Di dest her yekî de çewalek heye. Devê çawalan vekirî hiştine. Her carî zarokek pêş ve tê û diaxive)
Şîlan:
- Çîrokekê biavêjin vî çewalî. Gotinên şîrîn. Da ez bikaribim xewnan bibînim.
Dîlan:
- Gulan biavêjin vî çewalî, gulên kendalan, bila mîna gulên Berçelan, Şerefdînê  bin. Gulan biavêjin da bêhn bi çewalî bikeve. Mîna bêhna mizgeft, dêr û warê evîndaran. Mîna Gulên girava Extemarê.
Berfîn:
- Gotinên sivik biavêjin çewalê min. Wê bask bi min ve werin. Ezê karibim bibim quling. Bi dengê Evdalê Zeynikê re dilan şîrîn bikim.
Adar:
- Gotinên xweş, hêviyên zelal biavêjin vî çewalî. Nazenîntî û nazdarî li jiyanê tên. Hukum bila bimîne ji Xwedê re. Nebin şivanên însanan.
Azad:
- Gelî bavan, gotinên we bila mîna yên dayikan bin. We ji bîr ve kiriye lê gotinên şîrîn li we jî tên.
Giş pev re, bi awayê helbestî dixwînin:
"Em zarok in
Dişibin çewalan
Hûn  dixwazin barê we çi be?
Bikin qîrîn,
Bêjin,
Werine gulan,
Gotinên sivik û şîrîn,
Hêviyên xweş,
Dilên geş.
Êvarî, êvarî temaşevanan,
Ramûsin, hembêz bikin zarokên xwe, çîrokan vebêjin,
Rengan bi bîra wan bînin…
Ji aniha de xwe ji gotinên mezin bikin,
Dil û hiş li xwe sivik bikin,
Hûn jî çewalek in,
Çewal li xwe vala bikin,
Ji nû ve dagirin;
Çewalê xwe jî dagirin….
Hûn dixwazin di çewalê we de çi hebe?”

(Bi awayê muzîkê dom dikin. Direqisin. Hêdî hêdî texlîda kerengperekê dikin.)
Dû re giş dikevin şiklê gulan. Giş li wêneyê Ehmedê Xanî dinihêrin. Pev re deng li temaşevanan dikin:
"Bila wêneyê Ehmedê Xanî bi ken be. Bihêlin em pirsan ji we bikin; em bibin pirtûk, em bibin rojname, em bibin deng, em bibin gotinên sivik, welatekî azad û bi edalet. Hûn jî bipirsin ji xwe, gelo Apê Mûsa bi bexçeyê xwe şa dibe… Hûn mezin in em zarok, em ji we hez dikin dayikan, em ji we hez dikin zarokên li her deverê cîhanê, em ji jiyanê hez dikin…”
(Perde tê girtin. Wexat perde vedibe her zarokek bi tiştekê hatiye xemilandin xuya dike. Yek bi rûpelên rojnameyan. Yek bi pirtûkan. Yek bi gulan. Yek bi gotinên xweşik. Yek mîna finda mûman xuya dike. Yek bi wêneyan hatiye xemilandin. Yek bi bask e…..Giş bi hev re dikenin. Hinek bêdeng dimînin. Giş pev re digirîn. Carek din bêdengî xwe dide der. Dîsa giş pev re dikenin û perde tê girtin…)

cihanacirokan@hotmail.com

Têbiniya Diyarnameyê: Nivîsên nivîskarê me Cîhan Roj di beşa qunickê wî de ne û ew du hefteyan carekê nivîsa xwe ya nû pêşkêş dike. Nivîsên di beşa SERBEST de jî ji bilî nivîsên quncik ji navê re hatine weşandin.

Nivîsên Cîhan Roj ên di beşa SERBEST de heta niha hatine weşandin:

- Helbestên Fatma Savci
- Divê armanceke pêşbaziyan ‘Gengeşî’ hebe
- SELEXANE
- Agahiyên cîhana sanal
- Helbestên Çiya Mazî şerbeta kurmancî û wêneyên kezeban in
-

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Demokrafiya Başûr diguherînin

ad

Zagona Rêvebirina Herêmên Bakurê Sûriyeyê hat ragihandin

ad

Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn

ad

Jin di vî temenî de xweşik in

ad

Mebûsê BDP'ê yê berê Yaman wefat kir

ad

Mazlûm Ebdî pêşwazî li heyeta hikumeta demkî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname