Cîhan Roj
Demekê, me gişan gazin dikir da keç û jin ji bo çi xwe li edebiyatê nagirin. Îro roj her ku dîsa kêm bin jî em dikarin behsa gelek navan bikin. Ji wan jê yek jî Fatma Savci ye. Fatma bi berhemên wekî, “Gulên Qasid” û “Xewnên Zîvîn” li deriyê xwendevanan da.
Ji kesên çav li riya berhemên jinan jê yek jî ez bûm; sedem, diya min û jiyana wê, ya rast, jiyana jinê ya li welatê me bû/ye. Her wext ez li hemberî wan mîna fedîkar bim, mîna deyndar bim janekê hîs dikim. Sedema din jî ev e da edebiyata ji berhemên jinan mehrûm ziwa ye, kêmlaş e, ezitî xwe zêde tê de dide der, hest û kîte kîtên jiyanê bes nahewîne. Hinek qure û stûr dimîne. Ji derî van jî rastiya jinê ya di dîrokê de û di jiyanê de muhîm e. Ger em li ser van gotinan bifikirin wê gelek tişt xwe bidin der: “Li dinyayê bi tenê şeş hezar salên dawî desthilatî di destê mêran de ye. Beriya wê, bi qasî mîlyon sal, civak di bin rêveberiya jinan de bûye. Di pêvajoya ji heywantiyê ya ber bi însanbûnê de rista mezin jinan wergirtiye. Di cîhana me de cotkarên pêşî, doxtor û zanyarên pêşî jin bûne. Kargeriyên dêtî rê daye ajoyên civakî da pêş bikevin ne têkiliyên cinsî…” (Evelyn REED, Perîsîna Jinê 2, Weşanên Payel.)”
Bi tevî em bûn şahidê êşên jinan jî ku her kes kêm zêde pê dizane ez dixwazim du bîranînan vebêjim. Carekê ez bi otobûsê diçûm Enqereyê. Li qoltixa kêlek jineke bîst û pênc, bîst û şeş salî, li cem wê jî keçikeke sêzdeh-çardehsalî rûniştibû. Li qoltixa li pêş wan jî zilamekî nêzî pêncîsalî rûniştibû. Min got qey zilam kalikê keçikê û xezûrê jinikê ye. Jinika li paş min rûniştî pirsekê ji jina din kir: “We xêr e, hûn diçin ku?” Xwezî min bersiva jinikê nebihîsta ku ev bûn bîst sal hê jî ji bîra min naçe. Jinik mil li xwe hilda û gote wê:
“Ev keça min e, me daye wî zilamî (zilamê pêncî salî rê da). Mala wî li Enqereyê ye. Em diçin mala wî!”
Bîranîna din jî ev e: Di sala 1991’ê de ez çûbûm Îzmîrê. Piştî ez li Fûara Pirtûkan geriyam ez ber bi Basmaneyê ve meşiyam. Li pêş otêlekê bûyerek qewimî. Keçikek ji otêlê derket û bi lez meşiya. Li dû wê jî kesekî dişibiya gewendeyan meşiya. Ew çawa gihîşt keçikê, şemaqekê li rû keçikê da çîrûsk ji ber çavên keçikê pekiyan. Zilam bi milên wê girt, ew kaş kir û axivî:
“Tu bi ku ve diçî qaltax, tu êdî malê me yî”!
Wexta min dest pê kir berhemên Fatma xwend ez li bersivekê digeriyam. Li teseliyekê. Min mereq dikir bê çi bersivên Fatma hene ji bo jiyanê û her tiştî.
Metirsiyek min jî hebû; gelo wekî mêrekî ezê karibim berhemên jinekê baş têbigihijim. Piştî min berhem xwendin min dît Fatma ji bo xemên wanî jî gotin gotiye:
“Jixwe di her mêrekî bi tenê de
Keçikek dilovan nivistiye...”
Ger hûn wêjevan bin bi awayek hûn di nav tenêtiyekê de ne. Bi gotina Fatma keçikek dilovan di dilê wêjevanan de nivistiye.
Belê em behsa helbestvanekê dikin ku wê jî, “şîrê dayikên hemî olan vexwariye” Ew şîr di helbestên wê de bûne reng, deng, sewt û bang. Carê di polemîkekê de ji bo wê gotin, Keçika Bakûrî lê piştî min helbestên wê xwendin min dît ku ew Fata Welatê xwe ye. Ew, “wekîlê silava evînan” e. Ew bi dilê jinekê, jineke modern, bi çav û dilekî fireh li jiyanê dinihêre.
“ma ku çav bigihêjin hev
dê cihan firehtir nebe?”
Doza jiyan û cîhaneke berfirehtir dike. Bi tevî kurdewarîbûna xwe xemên mirovahiyê rastiyên dema me piştguh nake. Hesas e li hember probleman. Bi awayek stûr dernake, estetîkê ji xwe re kiriye xem. Ev rist bes e da însan bikaribe problemên ekolojiyê têbigihije.
“Hinekan riya kadizê jî dizîne ji şevên vê demê”
Gelo ji bilî Rojhilata Navîn li ku deverê xwestek qedexe ne. Ew hew xwestek in. Fatma bala vedikişîne ser rastiyê ku tişta herî însanî, herî sivik û normal jî bê li van deveran dibe çi tişta zor û zehmet.
“xwestekên xwe yên qedexe,”
Fatma sivik, hûr û kûr lêkirine riste.
“Me kir û nekir
nikarî kenekî
xêz bikin,
li rûyê xwe yê evînê.”
Belê ken nehatin xêz kirin lê, belkî jî, ew êş bûye sedem da Fatma bi helbestê kenekî neqişandiye. Ne tenê kenê, sebrê, hêviyê û moralê. Tehemûla wê li hember bêhêvîtiyê û têkçûnan nîn e:
“Xwedîtiyê li xeyalekê bike…. Ango bêriya tiştekî bike dîsa.
Çi zanim, birîneke xwe der bike”
Ew ji pratîka jiyana xwe de jî xwedî tecrûbeyan e. Bi gelemperî ji pratîka jiyanê dest pê kiriye û gihiştiye encaman:
“Me xwe li reşika çavên şevan digirt” Şev ji bo kurdan tirs bû. Tarîtî bû. Lê Fatma şevan jî bi me dike wextek normal û bi ser de jî bi bîr dixe ku reşika çavên şevan heye.
Di çanda me de hew behsa xewên giran dihat kirin. Lê Fatma dibêje, “Me xew sivik dihişt.”
Dizane her kurdek bi hesreta kenê bû.
“dikim ku rûyekî devliken çêbikim li ser
Neynikên şkestî”
Ew piştî rastiyan bi bîra me dixe dikeve nav lêgerînan:
“Lê tu neynik
Têrî xwendina min nekirine.”
……
……………………..
“Ne heq bû ku tu, kitêbên jana xitim bikî.”
…………………………
“Zanim ji kê hez bikim şîpên girî di nav kenên wan re diherikin.”
………………………………….
Piştî xêzkirina portreyên diyar û nebinavkirî, piştî wêneyên bê çarçove Fatma dibêje,
“Were, em xwe bişon ji siyê, pêdiviya me heye ku em heyveron û kulîlkên hinaran tevlî rehên xwe bikin.”
Li dilekî digere Fatma. Ji me re jî dibêje li xwe mukir bên, belkî dilekî we jî winda ye. Dilê nexuyayî, lêgerîna wê ev e:
“Dilekî min nexuya ye!”
Ger dilekî însan ne xuya be helbet wê rûyekî wê yê cuda hebe:
“Heyv,
Mîna ku li mirineke zûhatî binêre
Li payîza ser rûyê min dinêre”
Ji ber ku ew di girtîgehê de jî maye em di helbestên wê de pêrgî rastiya girtîgehan jî tên. Ew girtîgehên ku merîfeta însanan e, girtîgeha ku êvar jê nefret dike. Ew qas bi hostatî vegotiye, însan hewesa xwe bi vegotina wê tîne; piştî rastiya girtîgehê der dike dengekî bi ser me dixe ku kesên di girtîgehan de di heman demê de çi qas azad in jî, ew qas azad in şev ji giyana wan azadiyan lava dike:
“Êvar bela xwe ji min venake
Ji giyana min azadiyan lavan dike
Û ji girtîgeha min
Gelek nefret dike.”
Têmaya herî xurt, berfireh û xweş hatiye honandin hesta hevaltiyê ye. Gelo li dinyayê çi dikare diya însan bi însan bike neyar? Em ji nivîsan û berhemên devkî dizanin yezadanan jî nikaribûne diya însan bi însan bikin neyar. Lê rihê helbestvanê bi bengîtî û hevaltiyê meyiya ye, nemir e, diqîre helbestvan:
“Ku tu bimrê ez ê bibim neyar bi diya xwe re…”
Ew awayê sondan jî hildiweşîne. Di çanda kevnare de sond jî stûr bûn mîna jiyanê. Fatma, “Bi serê beytik û nêrgizan” sond dike.
Her ku dosya mişt bi trajediyan dagirtî bin jî Fatma nahêle dilreşî û xem zêde bandor li xwendevan bike. Kenekî pêşkêşî me dike da em kenê ji bîr nekin:
“Kuro ma ez bi tirkî ji te re dibêjim? Dev ji min berde. Bela xwe ji min veke.
Dil bi min ve neman!..dil bi min ve neman!..dil bi min ve neman!...”
Jan û ken tevlihev. Nahêle hêvî bişkê. Belkî be jî hêvî heye:
“Belkî, di salnameya me de jî dema evînê bê nivîsîn carekê….”
Rengê helbestên wê rengê, “Kilê siphanî” ye. Ew me haydar dike ku wan di girtîgehê de, kulîlk çandine û çivîk xwedî kirine. Zimanê Fatma û çûçika çolê li hev dikin.
Ma naverok. Her însanek xwedî çente ye. Ew çente jî dil e. Wekî helbestvaneke kurd ew yek bi yek tiştên di çenteyê xwe de vedibêje:
“Di çentê min de, gazinên Ehmedê Xanî, helbestên Feqiyê Teyran,
Hêviyên jinên darên şkestî, bîranîna zarokên ku xwe kirin
Berdêliya welatekî hebûn…
Baskên şikiyayî yên zerzûlan, hêlînên xirabûyî yên hechecikan,
Wekîlê silava evînan bû.”
Ji bo halê xwe û halên yên mîna xwe ên dema me,
“Em dînên hilû ne” gotiye Fatma. Ziman gelek xweşik bikar aniye. Nehiştiye peyv û derbirîn bê hereket bimînin. Mîsal, Fatma peyva “mîsal “ xweşik, fesîh û di cih de bikaranîye. Wê peyvê kiriye şerbet û xwestiye bered
e rihê xwendevan. Ji bo peyvan li jiyanên cuda geriya ye:
“xewneke hîşîn…..evîneke krîstalî…..kevirekî krîstal……morîkek hişîn……adaroka çav hişîn…..vahayeke hişîn…..serhildêriya hişîn….”
Li vir gere em dest nîşan bikin ku hêlek serkeftî ya helbestên Fatma ew e ku pir xweşik xîtabî xwendevan dike. Ew, xemên xwe, hêviyên xwe, evîn û hezkirinên xwe bi xwendevan re par ve dike. Atmosferek wanî diafirîne mîna xwendevan jî heman tiştî jiyabin.
Cara pêşî ye ku ez pêrgî derbirînek ew qas xurt têm ku rastiya şer der dibe:
“niha ji temenê pirpirikekê kêmtir bû ye evîn”
Ger pirsek bi vî awayî hebe, hûn bipirsin ji Fatma, “Di helbestvaniyê de tu kî yî?” Fatma bersivandiye:
“peykertraşiya heznê ye
Hemî karê min.”
Dor hat em hin rexneyên xwe jî der bikin. Her ku rastî be jî gere helbestvan bikaribe xwe ji hin derbirînên dubareyî biparêze. Peyva ‘mişext’ zêde hatiye bikaranîn. Carna risteyên bi vî awayî dibin sedem da têkiliya xwendevan û helbestan qut bibe. Ne tenê di helbesta Fatma de di gelek helbestên kurdî de, ji bo şibandinan, peyvên, ‘mîna’ û ‘wekî-weke’ pir tên bikaranîn. Ji bo metafor û şibandinan gere em bikevin nav lêgerînan, lêgerînên awayê derbirînan. Dîsa risteyên wekî, “Min bi hêstirên xwe, heft rûbar avdabûn” û helbestên Fatma li hev nakin. Ne hewceyê vegotinên wisa ye. Jixwe xwendevan bi helbestên wê dizane bê çi hatiye kişandin û dîtin.
Di her du dosyayên Fatma de ji alî teşe û şêweyê ve sêberî xwe daye der. Dosyaya “Gulên Qasid” bi awayê destanê hatiye lêkirin. Di wê dosyayê de xwestiye tiştên li ser dilên wê bûna giranî ji ser dil bide alîyekî, der bibe. Bi gelemperî wêne ne.
Di dosya bi navê “Xewên Zîvîn” de du awa helbest hene, yek jê pexşanhelbest ên din jî wekî haîku hatine lêkirin. Pexşanhelbest gelek serkeftî û xweşik in. Xwedî çîrok in. Şîrove ne. Felsefîk in. Pexşanhelbestên wê helbestên wisa ne xwendevanên her edebiyatê wê karibin bixwînin, tam û çêj jê werbigirin. Bi şêweyek ew qas serkeftî ew helbest lêkirine nahêle xwendevanên wê zîvêr bin; ew helbest bi tevî ew qas çîrok, derbirînên sosyolojîk û felsefîk vedihewînin jî ji ber derbirîna sivik, safî bi xwendevan şîrîn dibin. Di wan helbestan de bingehek avadaniya çandinî ya xurt heye.
NOT: Wêneyê Fatma Savci ji malpera Weşanxaneya Avestayê hatiye girtin.


