Cîhan Roj
Ji armancên pêşbaziyan jê ya sereke teşwîq be jî armancek din jî heye ku mixabin di edebiyata kurdî de ev bi cih nayê; gengêşî! Ji bo teşwîqê jî gere piştî pêşbaziyan ji her alî ve gengêşî bêne lidarxistin.
Yên ku gengêşiyan bidin destpêkirin jî di serî de endamên juriyan in. Li gorî min rola endaman a herî girîng ew e. Lewre di pêvajoya nirxandinan de kedek tê dayîn. Ger ked hatibe dayîn mitleq gengêşî jî di navbera endaman de pêkhatiye. Nêziktêdayînan xwe daye der. Dawiya dawî endamên juriyan hin encaman bi dest dixin.
Ger ew pêvajo û ked bi xwendevan re neyê parvekirin îhtimal e ku hêvî li kesên beşdervan bişkê jî; hûn beşdarvanek bin helbet hûn dê hin pirsan bikin, gelo ji bo çi berhema min nehat xelatkirin, an jî kêmaniyên berhema min çi bûn…
Ji bo zelalî di serê beşdervanan de xwe bide der jî gengêşî pêwîst in. Li vir, wê, ji alî teknîkî ve, pirsgirêkek xwe bide der ew jî ev e, wê endam nikaribin di der barê bi sedan berheman de yek bi yek nirxandinan bikin. Lê xalên bingehîn, yên bi gelemperî gere bêne derkirin an jî gengêşîn.
Îsal di Pêşbaziya Huseyîn Çelebî de ez jî yek ji endaman bûm. Hin xalên balkêş û gelemperî xwe dan der. Hin jê ev in:
1- Gelek berhem ji gîrtîgehan tevlî pêşbaziyê bûbûn. Ji bo rûmetgirtina li edebîyatê ev muhîm e. Xalek balkêş hebû; gelek beşdarvanan pêwîstî pê dîtibûn nîşeyek bi vî awayî lê bikin, “Ji bo alîkariyê...” Ez niyeta wan têdigihijim. Rewşa wan jî diyar e. Lê gere em berî her tiştî bi xwe û bi berhema xwe bawer bin. Em carek din bifikirin ku carna çîrokek deriyek e, cihanek e yan jî her tişt e. Ger di destpêkê de em di ber dilê xwe bidin ku niyeta me hew alîkariye ev dibe şikestinek, dibe hincetek ne li rê.
2- Ji ber ku nivîskarên hin berheman gelek wext e ji civakê bi dûrketine ji guherîn û veguherînên sosyolojîk, bi hişmendiya kesên di civakê de biyan in. Karekterên wan, nêziktêdayînên karekterên wan rewşa civaka kurd a berî bîst-sih salên berî niha bi bîr tînin.
3- Balkêş e çîrokên di bin bandora erebî de mane ji gelek aliyan ve bi kesên kurd ên bi erebî nizanin balkêş tên. Çîrokên ku di bin bandora tirkî de mane jî bi kesên kurd ên bi tirkî nizanin balkêş tên. Ev rewş bi gelemperî jî wisa ye. Di pêşbaziyê de carek din bi awayekî xwe da der.
4- Hin berhem ji alî tevn, honak, naverok, xeyalan ve têr tije bûn lê mixabin ne mimkûn bû ku însan bigota bi kurmancî hatine nivîsîn. Di serê nivîskar de bi zimanek din teşe wergirtine, mîna li kurmancî hatibin wergerandin.
5- Berhema nivîskarekê pir bala min kişand. Tekst dişibiya tekstek şanoya epîk a xurt. Bi bawer im ger nivîskar xwe li nivîsandina tekstên şanoyê bigire zimanê wê gelek xurt û têrtije ye.
6- Biryardariya nivîskareke din gelek bandor li min kir. Derkiriye ku nû dest bi nivîsandina kurmancî kiriye. Bi xeyal, hêvî û biryar destpêkiriye. Ji bo edebiyat û berhemên hêja bi tevî sebrê ev tişt gelek muhîm in.
7- Çîrokek hebû ku hê jî bandora wê li ser min e, heyf û mixabin nivîskar bi destê xwe çîroka xwe kuştî ye! Nizanim, dibe ku şertên nivîskar nehiştibin çîrokê bibe serî, bi dê û bav bike. Bêyî çîrok bi serî bibe li cihekê nivîskar çîrokê qut kiriye û dawî lê anî ye. Çîroka ku îhtimal bû gelek nav û deng bida ji alî nivîkar ve sêwî hatiye hiştin.
8- Wêrekîya edebî ya bi hin nivîskaran re hêviyek xurt dide însan. Bêyî metirsiyan, bi şêweyek edebî berê xwe dane civaka xwe.
9- Hin çîrok gere wekî roman bihatana lêkirin.
10- Balkêşiyek din jî xwe di çîrokên bîranînî de dide der; ji kirîterên edebî bêhtir wan kesan xwestine bûyerên ku jiyane an jî hatine jiyîn lê bikin. Ev hest gelek normal e û însanî ye. Mîna ku xwestibin ew qewimîn bêne nivîsîn. Hin jê jî ji alî babetê ve balkêş in. Di nav hêmanên edebî de babet jî muhîm e. Bi tena serê xwe (bêyî hêmanên din yê nivîsandinê) lêkirina bûyeran ne bes e. Ev rewş bûye sedem ku ew nivîs bêhtir bişibin gotaran.
11- Gere însan bi qasî nivîskariya xwe bikaribe bibe xwendevanê/a berhema xwe jî.
12- Piştî xwendina berheman carek din xwe da der ku bes melzemeyên me hene, xeyalên me jî xurt in, zimanê me jî ji bo berhemên edebî berfireh e lê em xwe naêşînin!
13- Hêlên moral didin însan jî ne kêm bûn. Mîna bikaranîna ziman a di hin berheman de. Mîna honak, tevn û têmayên hin berheman. Mîna wêrekîya edebî a bi hin nivîskaran re. Mîna hêza afirînerî û xeyalî ya bi hin nivîskaran re. Mîna afirandina hin karekteran. Tişta moralek xurt dide însan jî lêgerîna edebî ye. Di berheman de belkî rastiya herî xwe da der ev bû. Bi bawer im ev lêgerîn bibe sedem da gelek berhemên bi nav û deng xwe bidin der.
Gotina dawî:
Helbet em nivîskar jî dawiya dawî xwendevan in; nêzikahiya me ya li jiyanê, li edebiyatê bi awayekî takekesî ye. Îhtimal e ku berhema bandor li me kiribe li kesekî din neke. Kirîterên me, şert û şûrtên me neşibin kirîter û şert û şûrtên kesên din.
Bi bawer im ji fêdeyên pêşbaziyên wanî jê yek jî ev e da di edebiyatê de gengêşî, perspektîf xwe bidin der. Di edebiyata me de ast bi pêş bikeve. Ger em bi vî çavî lê binihêrin çîrokên ku hatine şandin dibin sedem da em gelek kûr û dûr bifikirin, gelek tiştan bifikirin. Ev jî bi tena serê xwe qedr û derfetek e.
Bêyî van xalan gere ez der bikim ku nêziktêdayîn, tespît û nirxandinên xemxurên edebiyata kurdî Xelat û Firat jî bûn sedem ez li ser gelek rastiyên din yên çîroka me bifikirim.