Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê berê yê Mûşe Nurî Yaman li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.
Nuri Yaman kî ye?
Mebûsê berê yê Mûşê M. Nuri Yaman di 11'ê adara 1944'an de li Melezgîra Mûşê hatiye dinê. Wî li Enqereyê Beşa Şaxa Îdarî xwendiye û paşê Li Bunyan û Yeşilhisara Kayserî, li Derikuyuya Nevşehirê û li Oltûya Erzeromê qeymeqamî kiriye. Paşê bûye Mufetişê Mulkiyeyê. Yaman ku qeymeqamî, cîgiriya walîtî û herî dawî jî Serokatiya Lijneya Teftîşê kiriye, baş bi îngilîzî dizanî. Yaman ku bavê 2 zarokan bû di hilbijartina 22'yê tîrmeha 2007'an de ji Mûşê li ser navê DTP'ê bû mebûs. Piştî girtina DTP'ê ew jî tevî mebûsên din derbasî BDP'ê bû.


