Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê ligel heyeta HDP'ê hat ba hev.
Hevdîtin li Otela JW Marriott çêbû. Nûnerê PDK'ê Omer Mîranî pêşwazî li heyeta HDP'ê ku ji Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Mebûsên HDP'ê Osman Baydemir, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Osman Baydemir, Leyla Zana, Cîgirê Hevserokan Nazmi Gur û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk pêk dihat.
Ligel Barzanî jî Berdevkê Hikumetê Sen Dîzaî, endamê Dîwana Serokatiya Fûar Huseyîn û Nûnerê Enqereyê hebû.
Di hevdîtina ku saetek dom kir de li ser pêşketinên li Sûriyê, tehdîda DAIŞ'ê, hevkariya li nav kurdan giftûgo hat kirin.


