Qamişlo
Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo îmzekirina pirtûka bi navê "Nan û Xwê" li Tirbespiyê şahiyek li dar xist.
Şahî li bexçeyê Kongreya Star bi beşdariya nivîska Siyamend Hisên Ibrahîm, endamên Yekîtiya Rewşenbîran û mamosteyan li dar ket.
Di şahiyê de berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî.
Nariman got: "Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê me wekî dîwana wêjeyê ev pirtûka nivîskar Siyamend Ibrahîm, îmze û çap kir. Ji ber ku zimanê me zimanê dayikê ye û herî dewlemend e."
Nivîskar Siyamend Hisên Ibrahîm naveroka pirtûka xwe ya ji bo haziran şîrove kir û îmze kir. Nivîskar Îbrahîm di pirtûkê de çîrok gelîrî ji wêjeya kurdî û ji wêjeya cîhanê amade kirine û pirtûk çap kiriye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Navenda Çanda Eyşe Şanê hat vekirin
- Di Roja Ziman de konsera bi kurdî hat qedexekirin
- DEM Partî bi 6 ziwanan name qeybî UNESCO şirawit
- Li 6 bajaran ji bo ziman çalakî hatin çêkirin
- Li Wanê 24 saziyan ji bo ziman meşiyan
- Ji bo Roja Ziman li ku çi çalakî hene? Va ye lîste
- Çalakiyek li ser Roja Ziman lidar ket