Diyarname
Li hemberî vîrusa koronayê (Covid-19) xebatên dîtina dermanê didome. Ji Zanîngeha Oksfordê zanyara derziyan Prof. Sarah Gilbert ragihand ku vê meha rezberê îhtîmal e derziya dijî koronayê amade be.
Gilbert diyar kiriye ku koma wê ku ew sereka wê ye xebata xwe didomîne, sedî 80 ew bawer e dê ev derzî bikêr bê. Armanca wan ew e di meha rezberê de derzî bê amadekirin.
Prof. Sarah Gilbert ji bo rojnameya îngilîz The Timesê axiviye, gotiye ku ewê derziyê li ser mirovan biceribînin. Wê diyar kiriye ku ev ceribandan bi awayê erênî bi encam bibe, hikumeta îngilîz amade ye ji aliyê fînansê ve piştgiriya çêkirina bi mîlyonan doz derziyan bike.