Diyarname
HDP'ê pirsiyarname da meclisê ku meclis komîsyonek ava bike û komîsyon il ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî lêkolînê bike, lê bi dengên mebûsên AKP'ê û MHP'ê daxwaz hat redkirin.
Dema hevdîtina pirsiyarnameya HDP'ê de mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrikulu ku hevalê Elçî bû derket cem kursiyê û axivî, lê ji ber AKP'yiyan her bi gotin êrîşê Tanrikulu kir, Tanrikulu mêze kir ji gotinên fêm nakin hema got "Nalet be" û kursî terikand. Piştî axaftinan derbasî dengdayînê bûn, bi dengên mebûsên AKP'ê û MHP'ê daxwaza lêkolînkirina kuştina Elçî hat redkirin.
Demîrtaş: Polîsan Elçî kuşt
Di vê navberê de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş li Navenda Giştî ya HDP'ê axivî û got: "Guleya ku pê Tahir Elçî hatiye kuştin ji çekê polîs derketiye. Ev teqez e."
**
Nûçeyên eleqedar:
- HDP'ê ji bo Elçî xwest meclis lêkolînê bike
- Di çalakiyan de peyama 'Em hemû wekî Elçî difikirin'
- GALERÎ/Tahir Elçî hat oxirkirin (29.11.2015)
- Sefer Selvî kuştina Elçî xêz kir
- Balikçilar, Minare û Elçî...
- Bernameya rakirina cenazeyê Elçî
- Mebûsên HDP'ê wêneyên Elçî vekirin
- Baydemîr ji bo Elçî axivî: Emê teslîmê faîşmê nebin


