Bernameya rakirina cenazeyê Elçî
Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi ku îro hat kuþtin sibê (25'ê mehê) dê cenazeya wî saet 10.00'an de ji Nexweþxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî bê girtin û dê bibin Parka Koþuyolu. Li vir dê saet 11'an de merasek bê li dar xistin û paþê dê cenaze li Goristana Yenîkoy a li Baglarê bê veþartin.
Ji Hevserokên HDP'ê heta mebûsên HDP'ê, Þaredariyên DBP'ê û hemû endamên saziyên sivîl dê beþdarî merasimê bibin. KCD'ê bi daxuyaniyek xwest her kes beþdarî merasima cenazeyê bibe. Ji bo Elçî dê li Sumerparkê þîn bê danîn.
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Fevzioglu çû Amedê û dê beþdarî cenazeyê bibe. Her wiha Feyzioglu bang hemû Serokên Baroyên Bajaran kir ku werin Amedê.
**
Nûçeyê eleqedar:
- Mebûsên HDP'ê wêneyên Elçî vekirin