Diyarname
Di salên 1930'î de Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot "‘Gramera Kurdî / Lehçeya Kurmancî" amade kiribû û weşandibû. Niha Weşanxaneya Avesta du çapên nû ji bo vê pirtûkê amade kir û weşand. Ji wan yek jê çapa taybet û yek ya normal e.
Pirtûka navborî di nav pirtûkên gramerê yên kurdî de yek ji girîngtirîn pirtûkên gramerê (bi kurmancî) ye û heta niha gelek caran hatiye çapkirin.
Kurtçe Gramer / Celadet Elî Bedirxan - Roger Lescot / Weşanên Avesta / 392 rûpe