Bi qasî 160 rêxistin, rewşenbîr, rojnameger û dadparêzên başûrî li hemberî bangkirina wî ya ji bo dadgehê bi kampanyayeke piştgirî dan sosyolog Îsmaîl Beşîkçî.
Li Tirkiyeyê dadgeh dîsa dixwaze ji ber fikrên wî sosyolog Îsmaîl Beşîkçî bidarizîne. Li hemberî vê yekê bi qasî 160 rêxistin, rewşenbîr, rojnameger û dadparêzên li Herêma Kurdistanê kampanyayeke dan dest pê kirin û piştgiriya xwe ji bo Beşikçi eşkere kirin.
Heta niha Navenda Helebçeyê Li Dijî Enfal û Jenosîkirina Gelê Kurd-CHAK, Rêxistina Jiyana Nû ya Bo Jinên Enfalkirî Asos Herdî, Şiwan Mihemed, Serdar Mihemed, Yehya Berzincî, Serdeşt Ezîz jî di nav de, bi giştî 160 rêxistin, rewşembîr, ronakbîr, dadwer û beşdarî kampayayê bûne.
Îsmaîl Beşîkçî berî çend mehan di Kovara Maf û Civak, Di Serdema Me de, gotara “Mafê Çarenûsî ya Neteweyan û Kurd” nivîsandibû û tê de digot ku ev 200 sal in kurd bo azadî û welatekî azad têdikoşin û ji bo vê yekê jî gelek qurban dane. Her wiha di gotarê de digot ku kurd bi zext û zordariyên Sûrî, Îran û Tirkiye re rû bi rû mane.
Foto: Cemil Oguz