Diyarname
Euro Women's 2021 didome, tîmên dê herin diyar bûn lê pêre jî ev 2021 bû 2022.
Maçên fûtbolê yên tîmên neteweyî yên jinan didomin. Ev maç ji bo Women's EURO 2022 têne lîstin. A rast ev tûrnûva divê di sala 2021'ê de bihata lîstin. Tûrnûvaya fûtbolê ya mêran a Euro 2020 ji ber vîrusa koronayê ji bo sala 2021'ê hat bi paş ve xistin. Sala bê Women's EURO 2021 hebû, ji ber her du rastî hev hatin divê biryarek bigirtana. Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin di meha avrelê de li ser vê yekê gotibû, "Em mecbûr bûn bi lezgînî biryarê bidin. Li ser vê me li hemû bijartinan nêrî, me biryar da UEFA Women's Euroyê ji bo salek din bi paş ve bixin." Niha maçên têne lîstin û yên bi ser dikevin diyar dibin. Niha 5 tîm bi ser ketin û diyar bûn dê herin Women's EURO 2022.
Ji maçên duh hatin lîstin Norwecê Galler bi 1-0 têk bir û berî maçên din bêne lîstin bi 18 pûanan çûyîna tûrnûvaya 2022'yan bi dest xist. Danîmarkayê tîma Îtalya bi 3-1 têk bir û pûanên xwe derxistin 27'ê, wê jî vîze girt. Swêdê bi 2-0 Îzlanda têk bir û bi 19 pûanan rê ji bo xwe vekir. Hollandayê Kosova bi 6-0 têk bir. Her wiha Almanyayê jî di maça meha borî de ev bilêta çûyînê bi dest xistibû.
47 tîm beşdarî maçên hevtêkbirina ji bo Euro Women's 2021 bûbûn. Ji tîman mazûvan Îngilistan û 15 tîmên din ê beşdarî Women's EURO 2022 bibin. Ji wan niha tenê 5 tîman ev firsend bi dest xistin. Maçên pêşiya me dê rojên 26, 27'ê meha pêşiya me bêne lîstin.
Women's EURO 2022 dê rojên di navbera 6-31'ê tîrmeha 2022'yan de bê lîstin.
Di nav koman de 9 tîmên yekemîn, 3 tîmên herî serketî yên duyemîn raste rast diçin tûrnûvayê. Di nav 6 tîmên duyemîn de jî maç têne lîstin û ji wan jî 3 tîmên bi ser bikevin vîzeya tûrnûvayê bi dest dixin.


