AMED
750 rêxistinên sivîl ên civakî yên li Kurdistanê daxuyaniyek weşandin û xwestin dewlet bersiva erênî bide biryara bêçalakiya KCK'ê. Saziya n wisa got: "Em li bendê ne ku bersiva êrênî ji bo vê gavê bê avêtin. Divê hikumet biryara bêçalakîbûnê ya KCK'ê bê îtibar neke." Wan diyar kir ku divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî hevdîtin bi lez dest pê bikin û muzakere bên despêkirin.
KCK ji bo pêşî li siyasetê vebe heta 1'ê sermawezê ku hilbijartin li dar dikevin biryara bêçalakîbûnê da. Ev biryara KCK'ê 10'ê mehê hat dayîn û got ku dê 15'ê vê mehê dest pê kir. Lê ji roja ku ev biryar hatiye eşkerekirin pevçûn hê jî nesekinîne. Îro li Sumerparka Amedê 750 rêxistinên sivîl ên civakî hatin cem hev daxuyaniya xwe xwendin. HDP, DBP, ESP, OSP û EMEP'ê jî piştgirî da daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ne pevçûn muzakere, ne şer aştî" hate vekirin û daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Daxuyaniya kurdî Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî ya tirkî jî Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglu xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxwaza wan bi dawîkirina pevçûnan, pêşîlêgirtina mirinan, axaftina çaraserî û aştiyê ye û xwestin ku dewlet bersivek erênî bide biryara bêçalakîbûnê.
Saziyan xwest ku her kes çi bikeve ser milê wan bike û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Divê hemû kesên ku alîgirên aştiya neteweyî û navneteweyî ne piştgiriyê bidin vê bangawaziya me û ji bo bêçalakîbûna PKK'ê bê bersivandin bikevin nava hewldanan."


