Diyarname
Di Liga 1'em Bank Asya de Diyarbakirspor dê di play-offê de ji bo Lîga Yekem ber xwe bide.
Diyarbakirspor di Lîga 1'em a Bank Asya de vê hefteyê Îstanbulspor li Stenbolê 2-1 têk bir û derket rêza 5'an. Di vê lîgê de niha Kocaeli di rêza yekem, Antalya di rêza duyem de ye. Di rêza sêyem de Sakarya û rêza çarem de jî Eskişehir heye. Li gor pîvanê du tîmên pêşîn raste rast derdikevin Lîga Super a Tirkiyeyê û tîmên di rêza sêyem, çarem û pêncem de jî di play-offê de bi hev re dilîzin. Di encamê de ji van her sê tîman kî bi ser bikeve, piştî her du tîmên di rêza pêşîn de, wekî tîma sêyem derdikeve Lîga Super a Tirkiyeyê.
Niha Diyarbakirspor jî di play-offê de cih bigire. Ji bo bi dawîbûna lîgê re hê hefteyeke maye. Piştî hefteyekê ev her sê tîmên ku ketine play-offê dê bi hev re bilîzin.